Kulîçeya 2 hezar salî ya suryaniyan 2021-07-17 09:08:28   MÊRDÎN - Matias Balci, behsa çîroka kulîçeya suryaniyan kir ku di demên dawî de li Mêrdînê pir tê ecibandin.    Li Mêrdînê di salên dawî de Kulîçeya Suryaniyan cardin bûye tahmek bivê nevê ya bajêr. Kesên ewilî tên bajêr, hema bibêje pêşî vê kulîçeya perçeyeke çanda 2 hezar salî ya Suryaniyan, tahm dikin. Li navenda bajêr Matias Balci vê kulîçeyê çêdike.    ÇÎROKA KULÎÇEYÊ    Balci, anî ziman ku di salên 1980'yî de malbata wan ji ber hin sedema koçî Stenbolê kiriye û di sala 2009'an de cardin berê xwe dane Mêrdînê û li bajêr Kulîçeya Suryaniyan, qehwe û çayê difiroşe. Balci, bi lêv kir ku bi vî awayî hem debara xwe dikin hem jî hêleke çanda suryaniyan didin naskirin û got: "Çandeke me ya 2 hezar salî. Wekî xelekan tê çêkirin. Niha jê re dibêjin kahke. Di nav de xurmeya ecinqadî û li ser wê jî behîv heye. 32 cure biharat di nav de hene. Dîroka wê xwe dispêre salên dûr û dirêj. Gava di navbera du malbatan de nîşanek, dawetek çêbûban, mirovan nan çêdikirin. Vî nanî dişikandin û kî li wir bûna ew nan dixwar û bi vî awayî di navbera mirovan de pêwendiyek çêdibû. Paşê mirovan bi awayine din çêkirin, biharat xistin nav, şekir xistin nav. Gotin bila hem tama devê me xweş bibe hem jî kêfa me bê cî. Herî dawî jî bû şîranî. Ji wê re jî gotin kulunce. Paşê dîsa guherî, bû şîraniyek xelekî. Ew jî bû kulîçe. Dîsa mirovan hin tiştên din xistin navê û herî dawî bû kulîçeya suryaniyan a bixurme."    Balci, destnîşan kir ku mirov pir diecibînin û hin kes bes ji bo tahm bikin tên. Balci, bi lêv kir ku ew nivişk jî dixe navê û kulîçeya ku ew çêdike bes dêya wê pê dizane, ji lewre li bajêr herkes li gor xwe çêdike. Balci, anî ziman ku ji vî karî hez dike û ji ber ku suryanî ne, mêrdînî hîn bêtir hez ji wan dikin.    Balci got: "Kesên ji derve tên, dipirsin 'hûn suryanî ne?' Li bajarê metrepolê qet leqayî wan nehatine. Meraq dikin. Mesela ji ber ku navê min Matias e, dibêjin 'tu bi îngilîzî dizanî?' Halbûkî ez mêrdînî me. 12 sal in raxbetek wisa heye. Lewma em bawer dikin ku dê mirov hay ji civakên li vir çêbibin. Dê ji Îzmîrê bi zanebûnî bên vira. Dê zanibin suryanî, kurd an jî êzidî civakine çawa ne û dê bên. Li vir gelek tişt hene. Gelek mirov bi pêşdarêz tên vira. Li derve pir şaş hatiye qalkirin. Ji ber fîlm û rêzefîlmên li van deran hatine çêkirin an jî nûçeyên derbarê vir de hatine çêkirin. Em bi vê êşiyan. Lê em bawer dikin ku dê pêşeroj hîn xweştir be."    MA / Ahmet Kanbal