Komeleya Ziman a Mereto kongreya xwe li dar xist 2021-07-03 15:59:47 ÊLIH - Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mereto Kongreya Asayî ya 2’yemîn li dar xist. Parlamenter Feleknas Ûca di kongreyê de got divê kurd li dijî êrişên li ser ziman xwedî li zimanê xwe derkevin.  Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mereto Kongreya Asayî ya 2'yemîn li dar xist. Kongre li eywana Konferansê ya Sendîkaya Petrol Îşê pêk hat. Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Ûca û Necdet Îpekyuz, Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz ên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî kongreyê bûn. Li eywanê pankarta "Ziman ji bo yekitiya netewê hebûna herî bi hêz e” hat daliqandin.    ‘EM JIYANA XWE VEGUHERÎNIN BI KURDÎ’    Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca di kongreyê de axivî û destnîşan kir ku îqtidara AKP’ê bi qetliam, girtin, koçberkirin û polîtîkayên pişaftinê bi ser gelê kurd ve tê û got: “Hikumeta Tirkiyê êrişên giran li ser zimanê kurdî pêk tîne. Ji dîrokê heta îro êriş li ser zimanê kurdî hene. Lê gelê me bi axaftin û têkoşîna ziman bersiv van êrişan dide û digihîne bi milyonan kesan. Divê li her qada jiyanê bi kurdî were axaftin. Divê her kes bi kurdî rabe û rûnê. Bersiva herî mezin a li dijî asîmîlasyonê ew e ku em jiyana xwe veguherînin kurdî.”    JI BO YEKÎTIYÊ ZIMAN GIRÎNG E    Ûca anî ziman kuz iman ji bo yekîtiya kurdan cihek girîng digire û got: “Heke em zimanê xwe biparêzin em ê ax, hebûn, yekîtî û çanda xwe jî biparêzin. Ji bo vê yekê li her cihê ku kurd lê ne divê bikin qada têkoşîna ji bo kurdî.”    ‘DIVÊ EM LI DIJÎ PIŞAFTINÊ RABIN’    Hevserokê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî jî anî ziman ku ji bo pêşxistina zimanê kurdî saziyên hatin vekirin, bi bêtehamuliya hikumetê re rûbirû man û hatin girtin û divê ew bi vê nêzîkatiyê nêzî zimanê kurdî bibin û li dijî pişaftinê rabin.    ‘BO ZIMAN TÊBIKOŞIN’    Hevserokê HDP’a Êlihê Omer Kûlpû jî destnîşan kir ku divê kurd li her qada jiyanê li dijî polîtîkaya pişaftinê rabin û ji bo zimanê xwe têbikoşin û her qadê veguherînin qada kurdî.    HILBIJARTIN PÊK HAT    Piştî axaftinan bi yek lîsteyê kongre pêk hat û Elîf Kivircik û Mazlûm Buksel ji bo hevserokatiya komeleyê hatin bijartin.