Helbestvan Seyyîdhan Komurcu xelata xwe diyarî Denîz Poyraz kir 2021-07-03 10:03:31   ÎZMÎR – Helbestvan Seyyîdhan Komurcu yê ku Xelata Helbestê ya Metîn Altiok wergirt, xelata xwe diyarî Denîz Poyraz kir.   Xelatên Helbestê yên Metîn Altiok û Behçet Aysan ku bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê tê lidarxistin, li xwediyên wan hatin belavkirin. Ji bo dayîna xelatê li Şanoya Servekirî ya Kulturparka Îzmîrê di salvegera Komkujiya Madimakê de merasîmek hat lidarxistin. Gelek kes beşdarî merasîmê bûn û axaftin hatin kirin. Behsa pêvajoya hiqûqî û tiştên li Hotêla Madimakê qewimîn jî hatin vegotin.    Piştî axaftinan xelat li xwediyên wan hatin belavkirin. Helbestvanê kurd Seyyîdhan Komurcu jî bi pirtûka xwe ya “Dara te (Kendinin ağaci)” beşdarî pêşbirkê bû û bi ser ket.    XELATA XWE DIYARÎ DENÎZ POYRAZ KIR    Seyyîdhan Komurcu xelata xwe ji destê Seroka Rêxistina CHP’ê ya Bajêr a Stenbolê Canan Kaftancioglû wergirt. Komurcu axaftinek kurt kir û destnîşan kir ku ew xelata xwe diyarî endama HDP’ê Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê hat qetilkirin dike.    Merasîm bi konsera Leman Sam û Koroya Ruhi Su Dostlar bi dawî bû.