Amed li benda mitînga ziman e 2021-06-02 09:06:09 AMED - Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo mitînga Amedê serî li walîtiyê da. Serokê Komîteya Amadekar a Mitîngê Hazim Bozkûrt, anî ziman ku armanca wan bi mitîngê kampanyaya îmzeyê bigihê armanca xwe.  Komîsyona 15'ê Gulanê ku ji aliyê Tora Çand û Zimanê Kurdî ve hatibû avakirin, di çarçoveya kampanya ku ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê hatibû destpêkirin de dê di 3'yê Hezîranê li Cizîrê, di 4'ê Hezîranê de li Wanê û di 7'ê Hezîranê de jî li Amedê mitîngên ziman li dar bixe. Komîteya Amadekar a Mitînga Amedê, ji bo di 7'ê Hezîranê saet di 16.00'an de li Qada Îstasyonê mitîngê li dar bixe, serî li Walîtiya Amedê da.    Dê mîtîng bi dirûşmeyên "Bila zimanê kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî û perwerdehiyê" û "Bila sedsala 21'emîn bibe sedsala zimanê kurdî" bê lidarxistin. Dê di mîtîngê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Safiye Akdag, Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Şîlan Elmas Kan û Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrê biaxivin û dê Koma Dengê Jinên Azad, Mehmet Atli û Koma Dicle-Firatê jî bistrên.    XEBAT DEST PÊ KIRIN   Platform û rêxistinên civaka sivîl ên pêkhateyên Tora Ziman û Çanda Kurdî, ji bo mîtîngê dest bi xebatan kirin. Li navenda bajêr, li navçe û gundan belavokan belav dikin. Her wiha dê pêkhateyên platformê serdana rêxistinên civaka sivîl jî bikin.    ‘EM DOZA HEQÊ XWE DIKIN'    Serokê Komîteya Amadekar a Mîtîngê û endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Hazim Bozkûrt, anî ziman ku ji bo mîtînga 7'ê Hezîranê, di 31'ê Gulanê de serî li Walîtiya Amedê dane. Bozkûrt, destnîşan kir ku dixwazin xwe bigihînin tevahiya kurdan û kampanyayê îmze belav bikin û got: "Ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, em piştî mîtîngan jî kampanyaya xwe bidomînin. Em ê panel û konferansan li dar bixin. Em ê îmzeyên hatine komirin, serî li Meclîsê bidin. Ji lew re ziman heq e û ev heq di peymanên navneteweyî de heye. Em doza mafê xwe yê ziman dikin. Zimanê kurdî bi talûkeyekê re rû bi rû ye û em dixwazin vê talûkeyê ji holê rakirin."    ‘ZIMANÊ ME HEBÛNA ME YE'    Bozkûrt got: "Zimanê, hîmê jiyana gelekî ye. Heger zimanê me ji dest me biçe, em ê nikaribin bibêjin em kurd in. Ji lew re êdî tu yê bi zimanekî din re bijî. Lewma em dixwazin vê talûkeyê ji holê rakin."    Bozkûrt, ji bo mîtîngê bang li herkesî kir.