Hunermend Yilmaz Çelîk hat beraetkirin 2021-06-01 13:04:53   DERSIM - Doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li hunermend Yilmaz Çelîk hatibû vekirin, bi beraetê bi encam da.    Hunermend Yilmaz Çelîk di 8’ê kanûna 2019’an d li Dersimê konserek li dar xistibû. Bi hêceta vê konserê bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” doz li Çelîk hatibû vekirin. Danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Dersimê hat lidarxistin. Çelîk û parêzerên xwe li eywana danişînê amade bûn û gelek hunermend ji bo piştgiriyê beşdarî danişînê bûn. Çelîk sûcdariyên li ser xwe red kir. Şandeya dadgehê piştî parastinan derbarê Çelîk de biryara beraetê da.    Çelîk demek di girtîgehê de mabû û di 26’ê adara 2020’an de bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.