‘Rojnamevanên kurd divê ji bo zimanê xwe bibin pêşeng' 2021-05-15 09:06:37 AMED - Edîtora Rojnameya Xwebûnê Elîf Can Alkan, anî ziman ku polîtîkayên asîmlasiyonê yên li hemberî kurdî her roj zêdetir dibin û divê rojnamevan di warê kurdî de wekî pêşeng tevbigerin.  Edîtora Rojnameya Xwebûnê Elîf Can Alkan, bang li rojnamevanên kurd kir ku di warê pêşketin û parastina kurdî de bi pêşengiyî tevbigerin.    Alkan, anî ziman ku piştî Peymana Lozanê ku di sala 1923'yan de hatiye îmzekirin û bûye sedem ku axa gelê kurd bibe çar perçe, polîtîkayên asîmlasyonê yên li hemberî kurdî dest pê kirine û heya niha her diçe zêdetir dibin. Alkan, diyar kir ku têkoşîna gelê kurd a li dijî vê asîmlasiyonê qels e û got: "Çendî ku kurd bi kurdî dixwînin, dinivîsin û dixaxifin jî, lê berxwedana wan a li dijî van polîtîkayên asîmlasiyonê kêm e. Îro ro em di rewşeke wisa de ne ku êdî em bi xwe zimanê xwe asîmle dikin. Şaşiya herî mezin a kurdan ev e. Dibe ku kurd li dijî asîmlasiyona dewletê bitêkoşin, lê têoşîna li dijî oto asîmlasiyonê pir zehmet e."    ‘BERXWEDANEKE MEZIN HEYE'    Alkan, destnîşan kir ku çapemeniya azad ji salên 1990'î heya niha li hemberî sansurê li ber xwe dide û çapemeniya kurdî hewl dide pêşî li ber asîmilasyon û oto asîmlasiyonê bigire. Alkan, bal kişand ser qedexe û astengiyên salên dawî yên li hemberî kurdî û çapemeniya kurdî jî û got: "Di sala 2016'an de bi biryarnameyên di hikmê qanûnê de (KHK) saziyên kurdî û saziyên çapemeniyên yên kurdî hatin girtin. Ev sazî li dijî van girtinan di tevnên civakî û qada medyaya sosyal de cardin xwe birêxistin kirin û hîn jî xebatên xwe didomînin. Ji bo parastina kurdî û ji bo kurdî bibe perçeyek jiyanê hewldanek mezin heye. Di dema pandemiyê de ev sazî di platformên medyaya sosyal de ji bo pêşketin û berbelavbûna kurdî xebatên xwe didomînin. Ev yek jî nîşan dide ku li hemberî êrîşan berxwedanek heye."    BANGAWAZΠ   Alkan, diyar kir ku Rojnameya Xwebûnê jî du sal in li hemberî van polîtîkayên asîmlasiyonê weşana xwe dike û ji bo rojnameya wan bigihê gel dixebitin. Alkan, bilêv kir ku di heman demê de hewl didin di warê sanalê de jî xwe bigihînin gel, ji lew re bi pêşektina teknolojiyê re ev yek wekî pêdiviyekê xwe daye der. Alkan, anî ziman ku dê li her derî ji bo kurdî bixebitin û ji bo kurdî neyê asîmlekirin bang li rojnamevanên kurd kir: "Hemû rojnamevanên kurd, qethiyen divê di warê kurdî de bi pêşengî tevbigerin. Rojnamevanên kurdî, divê hemû weşanên xwe biqulibînin kurdî. Divê ji bo civaka kurd bibin pêşeng."    MA / Ergîn Çaglar - Eylem Akdag