Neviyên xwe bi çîrok û mamikên Kurdî mezin dike 2021-05-13 09:09:09 ÎDIR - Alî Alagoz ê 66 salî yê li Îdirê dijî, mîna zarokên xwe, neviyên xwe jî bi çîrok û mamikên Kurdî mezin dike. Alagoz, diyar kir ku ew ji Kurdî hez dike û got: “Divê hemû malbat, di vî warî de bi hestiyar tevbigerin.”   Welatiyê 66 salî Alî Alagoz ê li bajarê Îdirê dijî, zarokên xwe çawan mezin kirine, hewl dide neviyên xwe jî wisan mezin bikin. Alagoz, mîna zarokên xwe, neviyên xwe jî bi fêrkirina çîrok û mamikên Kurdî mezin dike. Alagoz, di nava rojê de, neviyê xwe yê 4 salî Rezzan, li pêş xwe dide rûniştandin, hem jê re çîrokan dibêje û hem jî mamikan jê pirs dike. Rezzan ê her tim guhdarî mamikên bapîrê xwe dike jî, cih de bersiva pirsên bapîrê xwe dide.    KEVNEŞOPIYEKÊ DIDE JIYÎN   Alî Alagoz, diyar kir ku wî îsal bi zarokên xwe re demên bi keyf derbas kirin û wiha got: “Zarokên me min bi vî awayî hem fêrî zimanê Kurdî dibin û hem jî keyfxwe dibin. Hemû kesên ku girîngiyê didin hebûna xwe, divê xwedî zimanê xwe yê zikmakî derkevin û fêrî zarokên xwe fêr bikin. Heya ku em wisan bikin, wê Kurdî tu carî tune nebe û neyê ji bîr kirin. Yên ku zimanê xwe bîr dikin, hebûna wan jî tune dibe. Piraniya zarokên Kurdan bi Kurdî nizanin. Ji bo ku zarokên min zimanê xwe ji bîr nekin, ez her tim behsa girîngiriya ziman ji bo wan dikin. Di heman demê de, vê girîngiya ji neviyên xwe re jî vedibêjim. Bi çîrok û mamikên Kurdî vê yekê xurt dikim. Neviyê min hemû pirsên mamikan di bersivîne. Sedema zanebûna wî jî perwerdeya li malê dest pê dikeye.”    BANG LI MALBATAN KIR    Alagoz, zextên li ser Kurdî bibîr xist û ev bang li malbatan kir: “Ji dîrokê ve li ser zimanê Kurdî zext û êriş hene. Berê kasetên Kurdî hebûn. Bi veşartî me guhdarî wan dikir. Bi ser malan de digirtin. Dema ku kaset didîtin, li me dixistin. Di kasetan de kilamên dengbêjiyê hebûn. Ji bo vê bi rojan em di lêpirsînê de dihiştin. Ji me re digotin ‘Hûn çima guhdar dikin?’ Niha jî ev zext dewam dikin. Dema ku mirov bi Tirkî bêje, qet nabe pirsgirêk, lê gava ku mirov bi Kurdî bêje sûc tê dîtin. Ji bo ku karibin van zextan bişkînin, ez çîrok û mamikên bi urf û adetên xwe ji zarokên xwe re vedibêjim. Ez niha mamik û çîrokên Kurdî fêrî neviyên xwe dikim. Divê hemû malbatên me jî di vê mijarê de bi hestiyar bin.”