Dêra li lûtkeya çiyayan tune dibe 2018-01-30 09:34:20 WAN – Dêra Kizil a li Taxa Mihrîpat a navçeya Westanê bi tunebûnê re rû bi rû ye. Ev dêr jî wek gelek dêran li dijî hilweşandinê li ber xwe dide.  Dêra Kizil a di hundirê Manastira Karmrevank a li Taxa Mihrîpat a girêdayî navçeya Westana Wanê bi hilweşandinê re rû bi rû ye. Li gel Manastir hilweşiyaye jî lê dêr heta roja me îro ava ye. Dêr 5 kîlometro dikeve başûrê Taxa Mihrîpatê û di nav çiyayên bilind ên li Grava Akdamarê dinêre hatiye înşakirin. Hin çavkanî didin diyarkirin ku dêr ji aliyê Gagîk ê 1’emîn Qiralê Vaspuragan ve hatiye çêkirin û hin çavkanî jî didin zanîn ku dêr di qirneya 13’emîn de hatiye çêkirin.    Dêr li lûtkeya sê çiyayên bilind ku digîhîjin hev hatiye ava kirin û rê naçe dêrê. Dêr bi navên wek “Dêra Mihrîpatê”, “Dêra Azîz Astuacacin” û “Dêra Kizil” tê nasîn.    DÊRÊ RÛXANDINE    Li hundir û derveyê dêrê tê dîtin ku ev şûnwara dîrokî ji aliyê defînevanan ve hatiye rûxandin. Heta niha ji bo çêkirin ango restorasyona dêrê tu xebat nehatine kirin.    MA / Mujdat Can – Mahmut Ruvanas