Navenda Çandê ya Mem û Zînê hat xerakirin 2021-04-17 09:00:57   ŞIRNEX - Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê ku di sala 2004'an de hatibû avakirin û di warê hunerê de bi hezaran kes perwerde kiribûn, piştî qedexeyên derketina kolanan xebatên wê hatibûn astengkirin. Ji ber van astengiyan xwediyê wê jî ew xera kir.    Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê di sala 2004'an de hatibû vekirin. Lê ji ber ku 5 sal in xebatên wê tên astengkirin, xwediyê milk jî ji bo avahiyê li şûna wê çêbike ew xera kir. Navendê gelek hunermend gihandibûn. Di bin banê wê de Koma Meyaser û Koma Sorxwînê hatibûn avakirin.    Li Cizîrê di sala 2015'an de qedexeyên derketina kolanan hatibûn rgihandin û ji ber van qedexeyan navendê ji bo demekê xebatên xwe dabûn sekinandin. Lê piştî qedexeyan xebatên wê bi temamî hatibûn astengkirin. Polîsan gelek caran avêtibû ser navendê û xebatkarên wê û gelek hunermendên wê girtibûn. Yek ji xebatkar û endamê Koma Sorxwînê jî Nûdem Dûrak e ku ji ber stranên xwe hatiye girtin.    Ûmût Botan ku demeke dirêj li navendê xebitiye got: "Saziyeke wekî Mem û Zînê ji bo nasname û çanda civakê xwedî rol û mîsyoneke pir girîng bû. Li herêma Botanê hemû kesên di warê çand û hunerê de dixbitin, bê guman di bin banê Mem û Zînê de cih girtine. Ji bo gelê Botanê li bîra xwe ya esasî biwarqile, rol û mîsyoneke girîng girtibû ser xwe."    ‘MIN BI SAYA MEM Û ZÎNÊ ÇANDA XWE NAS KIR'    Botan, destnîşan kir ku Navenda Çandê ya Mem û Zînê ji bo wî navendeke girîng e û got: "Min li vê navendê çanda xwe nas kir. Di sala 2005'an de bi awayekî çalak daxilî nav xebatan bûm. Min li vir çand û muzîka kurdî nas kir. Me li vir strana 'Soryaz'ê çêkir. Ji xeynî vê me ji bo newa û kilamên Botanê hin xebat kirin."    BÎRA CIVAKÊ TUNE KIRIN    Botan, destnîşan kir ku cihê xemgîniyek mezin e ku deverek bi vî rengî bêxwedî maye û nikaribûye xebatên xwe bi rê ve bibe û got: "Ji bo avahiyên mezin û bişatafat ev der bû qurban. Ji bo van tiştan saziyeke ku bîra civakê bû hat xerakirin. Bêguman bilêvkirina vê yekê pir zehmet e. Lê çi dibe bila biba divê em wê manewiyat û kelepora Mem û Zînê bi awayek bidomînin."    MA / Mahmût Rûvanas