Ê gelê Êlihê bi yekdengî strana ‘Ew roj wê bê’ bibêje! 2021-03-20 09:03:56 ÊLIH - Kolektîfa Rîtma Azad, strana "Ew roj wê bê" ku di Newrozê de gotibû, dê di Newroza îsal de cardin bibêje. Endamê Kolektîfê Veysel Kiliç, bang li gelê Êlihê kir ku stranê li qada Newrozê bi hev re bibêjin.  Kolektîfa Rîtma Azad ku komeke Navenda Çandê ya Biharê ye, ê di Newroza îsal de li ser dikê be. Kom ku ji 15 kesan pêk tê, dê strana gelêrî "Ew roj wê bê" dê bi rîtmeke nû bibêje.    Endamê komê Veysel Kiliç, anî ziman ku stranê bi awayekî kolektîf ji nû ve şîrove kirine. Kiliç, diyar kir ku dê di 21'ê Adarê saet di 10.00'an de li qada Newrozê ya li Taxa Pazaryeriyê bin û bang li hemû gelê Êlihê kir ku stranê li qada Newrozê bi hev re bibêjin.    Gotinên stranê wiha ne:   "Xwîna me rijî li deştan û çiyan    Wêran kirin li me gund û bajaran    Di warê bavê xwe de em bûne mihacir    Wek bazên perşikestî mane li bin dest neyaran    Ew roj wê bê ew roja Newrozê    Cejnekî xweş bo Kurda pîroz e    Ew roja serxwebûna Kurdistan    Ew roj e, roja şahî ye Newroza Kurdistan   Bi hêvî bin van rojan derbas kin   Pêşkevin em ê welat xelas kin    Êdî bes e em qirkirin    Bi xwendin û zanîn kar bikin bo Kurdistan    Kurdno rabin hûn ser piyan    Xebat bikin ji bo welat    Wê xilas kin ji bin destan    Şer bikin ji bo welat."