Romaneke dîrokî ku xwe dispêre bûyereke rast: Ezemşêr 2021-03-17 09:13:57   AMED - Romana Ezemşêr a nivîskar Îhsan Colemêrgî ku ji Weşanxaneya Lîsê derketiye, qewimînên destpêka salên 1600’î yên li derdora mîrekiya Hekariyan û Waliyê Wanê yê Osmaniyan digire dest. Qehremaniya Ezemşêr û serînetewandina Ehya Beg a li dijî Osmaniyan ku bi saya dengbêjan gihîştiye îro, bi saya vê romanê dê binivîskî jî xwe bigihîjîne pêşerojê.   Romana Ezemşêr a nivîskar Îhsan Colemêrgî ku ji Weşanên Lîsê derket, dîrokî ye û xwe dispêre bûyereke rast. Di destpêka salên 1600’i de qewimînên li derdora mîrekiya Hekariyan û Waliyê Wanê yê Osmaniyan mijara  pirtûkê ye. Nivîskar, ne tenê şerê ku di navbera mîrê Hekariyan Ehya Beg û Walîyê Wanê yê Osmaniyan Tekelî Mehmed Paşa de girtiye dest. Her wiha girîngiya Colemêrgê, urf û adetên eşîrên derdorê, teswîra gundê Xanê, Çiyayê Garê, girîngiya vê qonaxa di navbera dewleta Osmanî û Safewîyan de jî li hemû rûpelên pirtûkê nexş kiriye:    “Di devera Çelê de gundê ku zozanên wê herî berfireh Xanê bû. Bes ew bi taybetmendiyeke din derketibû pêş; derava hatin, çûyin û ragihandinê bû. Rêya karwanan a ji hêla Serhedê, Wanê û Colemêrgê diçû aliyê Çelê, Amediye û Mûsilê din ava gundê Xanê re derbas dibû… Piştî cenga Çardêranê a di sala 1514’an de qewimî, xaka Kurdan di navbera dewleta Osmanî û Safewîyan de hatibû parvekirin. Her du dewletan jî xanedanên Kurdan ên li dora tixûb kiribûn sotemeniya cengê. Hem Osmaniyan hem jî Safewîyan di dîrokên xwe yên fermî de digotin ‘Em tixûbên xwe, bi dîwarê eşîret3en ji eşîrên Kurdan ava bûne, diparêzin…”   GIRÎNGIYA DENGBÊJAN   Romana Ezemşêr girîngiya dengbêjan careke din li ber çavan radixêre. Lewre dengbêjan, ew qewl û lawjeyên 400 sal berê nifş bi nifş, bi awaz û nefesa xwe neaniyana roja me ya îro, dê niha ne Ezemşêr bihatana nasîn ne jî taybetmendiyên mîrekiya Hekariyan. Nivîskar Îhsan Colemêrgî jî destnîşan dike ku îlham ji strana 400 salî ya ku dibêje “Her li meydanê, meydanê / Du siwar hatin lêkdanê / Kes naxwaze emanê… Ezemşêro tu Xanî / Berxo berxê beranî / Cergê Paşa deranî…” girtiye.    LEHENGIYA EZEMŞÊR   “… Quretî û şanazîya Walîyê Osmaniyan bi dîlgirtina mîrê Hekarîyan Ehya Beg, gihaştibû asta herî bilind. Ezemşêrê xort wekî tîra ji kevanê veresiyayî ji baregeha leşkerê Hekarîyan derket û qesta xîveta Tekelî Paşa kir… Ezemşêrê ket xîveta Tekelî Paşa mecal neda wî da liber xwe jî bide. Çend xencerên mirinê li sînga walî xistin û wekî babelîskê ji cîyê kiryarê bi dûr ket. Dema efserên Osmanîyan dîtin walî hat kuştin, wan jî êrîş kirin xîveta ku Ehya Beg tê de dîlgirtî ye û wan ew bi şûr û xenceran kuşt…”   Ev qehremaniya Ezemşêr û serînetewandina Ehya Beg a li hemberî Osmaniyan, ku bi saya dengbêjan bi devkî xwe gihandiye roja me ya îro, bi saya vê romanê êdî dê binivîskî jî xwe biparêze û bigihîjîne pêşerojê.    ÎHSAN COLEMÊRGÎ KÎ YE?   Îhsan Colemêrgî, di sala 1944’an de li Colemêrgê ji dayik bû. Di 1965’an de li Amedê xwendingeha mamostetiyê qedand. Piştî 8 salan mamostetîya fermî; ji ber bîr û bawerîyên wî yên siyasî ew koçberî bajarê Uşakê kirin. Di heman salê de dest ji karê fermî berda û vegerîya Colemêrgê. Piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê çend caran hate binçavkirin û 4 mehan di girtigeha Amedê de ma. Ji salên 1990’î û vir ve bi giranî li ser wêje, dîrok û çanda kurdî dixebite. Heya niha gelek berhemên wî yên li ser çand, dîrok, roman û lêkolîn hatine çapkirin.    MA / Abdurrahman Gok