Beriya Newrozê eleqeya ji bo kincên herêmî zêde bûye 2021-03-17 09:07:11 AMED - Ji Newrozê re çend roj man. Ji ber vê li Amedê eleqeya ji bo kincên herêmî pir zêde bûye.  Li herêmê ji niha ve pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirine. Kesên bi kelecan li benda Newrozê ne ji niha ve kiras û fîstanên xwe û şal û şepikên xwe yên herêmî ji dolaban derxistine. Her wiha yên ku kincên wan ên xwecihî tune ne jî, berê xwe didin terziyan.    ELEQE ZÊDE YE   Esnaf Nîhat Tezer diyar kir ku di rojên werê de eleqeya ji bo kincên herêmî zêde dibe. Tezer, bilêv kir ku nemaze jî di 8'ê Adarê û Newrozê de eleqeya ji bo kincên herêmî zêde dibe û got: "Beriya Newrozê tên. Em jî heya ji destê me tê çêdikin. Belê, em qezenc dikin. Lê belê ji qezencê bêtir manewaiyata vê girîng e. Em dixwazin çanda xwe berbiçav bikin."    HER FÎSTANEK WATEYEK    Tezer, bal kişand ser girîngiya fîstan, kiras û şal û şepikan jî destnîşan kir ku li gor herêmê kinc jî diguherin. Tezer got: "Em gelekî, pêşî ji zimanê wî û bi dû re jî ji kincên wî nas dikin. Di Newrozê de eleqeya ji bo van kincan pir zêde ye. Mesela; fîstanên spî sembola aştiyê, ên sor sembola êgir û azadiyê, ên kesk sembola xwezayê ne."    Tezer, bilêv kir ku ji bo berdewamiya çanda kurdî kincên herêmî girîng in û got: "Heger em kincên xwe yên herêmî berbiçav nekin, em ê di nav pergalê û kapîtalîzmê de bihelin û yê çanda me ji dest me biçe. Di Newrozan de ewilî divê em xwedî li ziman, çand, kinc û kurdbûyîna xwe derkevin."    JINA KURD TEMSÎL DIKE    Esnaf û terzî Habîb Şeker jî destnîşan kir ku nemaze jî divê ciwan dev ji kincên herêmî bernedin û got: "Kincên herêmî jina kurd temsîl dike. Ji bo nifşên nû jî li xwe bikin çi ji destê me tê em dikin."    DEV JI ÇANDA XWE BERNADIN   Esnaf Evîndar Dogan jî anî ziman ku kurd dev ji çanda xwe bernadin û got: "Gava li xwe dikin kêfxweş dibin. Çanda xwe didomînin." Dogan, bal kişand ser zextên dewletê yên ji bo kincên herêmî û rengan jî û got: "Carnan gava mişterî rengan dibijêrin, naxwazin kesk û sor û zer li cem hev du bin. Tu zirara rengan tune ye. Divê mirov rengên li gor dilê xwe bibijêrin. Newroz, rojeke pir xweş e û mirov di vê rojê de tên cem hev du. Ji ber ku par çênebû, îsal ê xweştir bibe."