Kovara Dilopê 3 sal li pey xwe hişt 2021-03-11 10:52:12   AMED – Hejmara 19’an a Kovara Dilopê derket. Dilopa ku weşana mijarên çand-huner û polîtîk dike 3 sal li pey xwe hişt.    Kovara Dilopê ku ji her du mehan carekê bi kurdî û tirkî di warê çand-huner û polîtîkayê de weşanê dike bi hejmara xwe ya 19’an li pêşberî xwîneran e. Kovara ku di Newroza 2018’an de dest bi weşanê kiribû, bi vê hejmara xwe 3 salan li dû xwe hişt.    Hejmara Adar-Nîsanê ya Kovara Dilopê derket. Di vê hejmara kovarê de bi zimanên kurdî û tirkî dîsa gelek nivîsên balkêş hene.   Kovar di dosyeya hejmara xwe ya nû de meseleya bişaftinê nîqaş dike. Bulten Kuçuk hîndekarê Zankoya Bogazîçiyê yê “yek ji zarokên ku zimanê wî hatiye dizîn” roportajê daye V. Metin Bayrak û tê de li ser dahûrandina bêzimaniyê perspektîfeke pirr-alî peşkeş dike.   Barış Avşar di hejmara nû ya kovarê de şaristaniya Urartuyê hildide dest û serencama wan bi awayê çîrokbêjekî pêşkêşî xwîneran dike. Sezai Sarioglûyê helbestvan jî ji Urartuyan wê de serdana bajarê Qersê dike, çavdêriyên xwe yên vê serdanê weke şairekî radigihîne.    Mesut Alp ê arkeolog nivîsên xwe yên li ser mîtan berdewam dike û bi van nivîsan dide pey bermayiyên mîtan ên îroyîn. Alp di vê hejmarê de mîta Şahmaranê hildide dest, zanînên şaş ên derheqê wê de nîqaş dike û bermayiyên wê yên îroyîn ên di jiyana rojane de bi mînakan li ber çavan radixe.   ÇÎROKBÊJΠ   Ayhan Erkmen çîrokbêjek e ku çîrokan ji xwe re kiriye derd, daye dû wan û wan berhev dike û dixwaze bigihîne gel. Ronî Nasirkaya di vê hejmarê de ligel Erkmen hevpeyvînek kiriye û serencama wî ya di vê qadê de bi hemû aliyan gihandiye xwîneran.    ANLÎZEK LI SER ŞAKIRO    Di vê hejmara nû de nivîseke balkêş jî ya Ozan Serhedî ye ku derheqê klamên Şakiro de analîzekê dihewîne. Serhedî li hêmayên ‘erotîk’ ên klamên Şakiro kolaye û wan bi mînakan raxistiye ber çavan.   Yaşar Kemal di 28’ê Sibata 2015’an de wefat kiribû. Lêkolîner Mehmet Bayrak di vê hejmarê de hevnasîna xwe û wî nivîsiye, sekna wî ya serbilind a li hemberî meseleyên polîtîk û nemaze bangên wî yên derheqê kêşeya Kurd de cardin bi bîra xwîneran xistiye.    HÊMAYÊN KURDÎ RENGÎN DIKE    Xelef Diljan ê şêwekar di xebatên xwe de hêmayên kurdî rengîntir dike her weke vê hejmara kovarê jî wisa kiriye. Hevpeyvîna ku Mela Mihyedîn ligel Diljan kiriye, strana Ozan Brader a navdar tîne bîra xwîneran: “Lo lo rengvano”.   Wênesaz Fewzî Bîlge jî dîsa bi wêneyeke xwe reng dide kovarê. Di hejmarê de Çîdem Baran, Bulent Gedîk, Bengî Berfîn Odabaşi, Savaş Yadirgi, Veysî Ulgen, Ragip Încesagir, Îbrahîm Genç û Şeyhmus Diken bi nivîsên xwe, Arjen Arî, Mela Ehmedê Namî û Hejar Mukriyanî jî bi helbestên xwe li pêşberî xwîneran in.