Dîwaneke din jî li helbesta kurdî zêde bû: dîwana hestiyan 2018-01-11 09:35:40 AMED – Pirtûka helbestvan erd.agron bi navê “dîwana hestiyan” ji Weşanên Aryenê derket. Pirtûka “dîwana hestiyan” di helbesta kurdî de rengek nû xwe daye der. Helbestvan di helbestên xwe de li gel hemû zext, ceza û hewldanên çewisandinê jî behsa heyîna xwe dike û di helbesta xwe ya bi navê "aştî" de wiha dibêje: "(...) konek hat vegirtin/dîsa ji me re pir hat dîtin termên me û gelek hestiyên me hatin dizîn/gelo em ê çawa li hev werin?.." Pirtûka bi navê “dîwana hestiyan” a girtiyê cezayê muebetê lê hatiye birîn helbestvan erd.agron ji Weşanên Aryenê derket. Çîrok, nivîsên wêjeyî, gotar û helbestên cuda yên erd.agron bi navên cûr bi cûr di rojname, kovar û malperan de hatine weşandin. Piştî weşandina nivîsên wî yên wêjeyî, vê carê jî pirtûka “dîwana hestiyan” bi navê erd.agron derxist. erd.agron bi salan e di girtîgehê de dimîne û li girtîgehê bo salane li ser helbest û wejeya kurdî dixebite û hêj xebatên wî didomin. Helbestên di dîrokên cuda de li girtîgehê nivîsandine wek dosyeyekê anîne gel hev û Weşanên Aryen jî çap kir. Pirtûka “dîwana hestiyan” yek ji pirtûkên helbestan a sala 2018’an a yekemîn e.    LI ŞÛNA KURTEJIYANA XWE YA AGRON NIVÎSANDIYE    Di “kurtejiyan” a pirtûka erd.agron de li şûna agahiyên kurtejiyana xwe, helbestvan cih dide çîroka Agron ku di Mîtolojiya Yewnan de bi nav û deng e. erd.agron di vê beşa kurtejiyanê de xwe wiha dide nasîn:   “Li girava bi navê Kosê bi her du xwişkên xwe yên bi navê Byssa û Meropîs re jiyaneke dilperest dijiya. Agron û xwişkên wî ji xwedawenda axê pêştir ji tu xwedayî re rêz nedigirtin. Ji ber vê sekna wan, hemû xweda bûn yek û biryar dan ku Agron û xwişkên wî bên cezakirin. Cezayê wan hat birîn. Xwedayan Meropîs dagerand bûmekî, Byssa dagerandin qaqlîbazek û Agron jî bû tîtirwaskek. Bavê Agron, Eumelos jî kirin qijik. Li gor hin gotinan Agron bi cezayê ku lê hatiye birîn, netebitiye û hîn jî wek berê difikire.”   erd.agron bi berhama xwe ya "dîwana hestiyan" xwe dişibîne tîtirwaskek. Helbestvan her wiha di helbestên xwe de li gel hemû zext, ceza û hewldanên çewisandinê jî behsa heyîna xwe dike û van pêkanînan bi hibrê dirijîne ser rûpelan.    Ji helbestên erd.agron helbestên “hestî” û “aştî” jî wiha ne:    hestî   bi dilopeke xwîna xizmî bestiyên di malzaroka dildara min de  hatine veşartin dê bibin xwedî nasname dê dirêj bidome testên DNA’yê… lê hestiyan ji zû ve nasnameya dildara min diyar kiriye “KURDISTAN” pêdivî bi DNA’yê nîn e! bê nasname ne, hê jî faîl û dê her bê nasname bimînin ku dilopek dad nîn be.   aştî   pêş saxên me hatin  bû cejn, bû kêf û hêvî bû dermanê kesere lê ji me re pir hatin dîtin  û li me hatin xezebê… piş re miriy3en me hatin bû şîn zêmarên dayikên me  gihîştin ezmanê heftan û li ber deriye malê konek hat vegirtin dîsa ji me re pir hat dîtin termên me û gelek hestiyên me hatin dizîn gelo em ê çawa li hev werin?   MA / Bîlal Guldem