Pirtûka êş û bêrîkirinê: Êşname 2020-08-28 10:08:41 AMED – Pirtûka “Êşname” ya ji helbestên êş û bêrîkirinê pêk tên a helbestvan Kadîr Çelîk ji Weşanên Payîz derket. Çelîk dibêje ew diçe ku êş û bêrîkirinên wî pê re ne û van êş û bêrîkirinan li bejna helbestê dike.  Pirtûka bi navê “Êşname” ya helbestvanê kurd Kadîr Çelîk ji Weşanên Payîz a li Amedê weşangeriyê dike derket. Pirtûk ji 223 rûpelan pêk tê û nêzî 200 helbest têde cih digirin. Ev pirtûka duyem a helbestvan e. Pirtûka wî ya ewil bi navê “Payîza Pelweşan” di sala 2015’an de ji aliyê Weşanxaneya J&J derketiye. Helbestvan piştî 5 salan pirtûka duyem çap kir. Berhema Çelîk li pirtûkxaneyên kurdî li ber destê xwîneran e.    ‘DIVÊ TÎNA DIL BIŞKÊNE’    Helbestvan Kadîr Çelîk derbarê pirtûka xwe de agahî da û diyar kir ku ew bêtir ji helbestên kin hez dike û li dinê her ku diçe helbestên dirêj kêm dibin û niha terendek helbestên kin dest pê kiriye. Çelîk anî ziman ku divê helbestvan merama xwe bi kurtahî bîne ziman û her çiqas helbest kin be jî divê peyama xwe bîne ziman da tîna dilê xelkê bişkêne.    ‘ÊŞ Û BÊRÎKIRIN E’    Çelîk destnîşan kir ku naveroka pirtûka wî ya “Êşname” ji êş û bêrikirinê pêk tê û hema bêje bi giştî helbestên wî li ser êş û bêrîkirinê ne. Çelîk got ew di helbestan de derberînên xwe tîne ziman û û ew diçe ku êş û bêrîkirin pê re ye. Çelîk da zanîn ku ew ji temenê biçûkatiya xwe ve ji helbestê hez dike û salên dirêj e helbestan dinivîsine. Çelîk diyar kir ku ewilî bala wî li ser helbesta klasîk bû û paşê jî dengê bayê helbesta nûjen a efsûnî lê daye û wî dest bi helbesta nûjen kiriye. Çelîk destnîşan kir ku zimanê kurdî û helbest li bejna hev tên.    KADÎR ÇELÎK KÎ YE?   Di sala 1964’an de li gundê Omê bi ser navçeya Kûlû ya bajarê Konyayê ve hate dinê. Di malbateke girêdayî nirxên nasnama kurdî de mezin bû. Bi taybet ji bavê xwe gelek sûd wergirtin ku di dema xwe de bêjer û zanayekî bi nav û deng bû. Dibistana pêşîn û ya navendî li gundê xwe kuta kir û bi dû re li bajarê Enqerê bi cih û war bû. Piştî çend salên li Enqereyê berê xwe dide welatê Swêdê û ji sala 1984’an û bi vir ve li Swêdê, li bajarê Stockholmê jiyana xwe didomîne. li Swêdê dibistana amadeyî teva dike û her wiha gelek sal in bi karê wergerê re mijûl e. Pêywendiya wî û helbesta kurmancî di salên 90’î de xurtir dibe û giraniya xwe dide xwendin û lêgerîna cûr bi cûr helbesta kurdî. Helbestên wî ku di wê demê de hatine nivîsîn di sermaweza 2015’an de ji nav Weşanên J&J li Amedê, bi navê “Payîza Pelweşan”derket pêşberî hezkiriyên helbestê.   Çelîk endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê, PEN’a Navnetewî, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêde û Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê ye. Her wiha Çelîk sala 2004’an û bi vir ve di kanalên cûr bi cûr ên kurdî de bernameyên wêjeyî amade û pêşkêş dike. Çelîk niha li Swêdê dijî û li Aryen TV bernameyek wêjeyî çêdike.