Ji bo balê bikişînin ser rewşa nexweşan bi navê 'Empatî' fîlmek çêkirin 2020-08-28 09:04:15 ŞIRNEX - Li Şirnexê hin ciwan ji bo balê bikişinin ser kesên ku ji ber nexweşiyên xwe yên mayînde maskeyan bi kar tînin, bi navê "Empatî" fîlmek çêkirin.   Berî şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) kesên ku ji ber nexweşiyên xwe yên mayînde ji bo enfeksîyonê negirin û ji ber nexweşiyên alerjîk maske bi kar dianîn, di civakê de wekî 'kêmî' dihatin dîtin. Lê piştî belavbûn û zêdebûna şewba Covîd-19'ê li seranserê cîhanê bikaranîna maskeyan hat mecbûrîkirin û ligel vê yekê nexweşên ku beriya şewbê maske bikar dianîn êdî dikarin nefesê bistînin. Li Şirnexê hin ciwan jî ji bo bal bikişînin ser vê yekê bi navê "Empatî" fîlmek çêkirin.   Derhênerê fîlmê Burhan Înal têkîldarî mijarê de axivî. Înal, diyar kir ku bi fîlmê xwe xwestıne balê bikişin ser rewşa nexweşên ku ji neçariyî maskeyê bi kar tînin û got: "Ez di zarokatiya xwe de heta niha senaryoyan dinivîsim. Fîlmkişandin ji min re her tim wekî xeyalekê bû. Ji bo ku ez daxwaziya xwe pêk bînim, ez ketim nav hewlêdanan. Min bawerî bi xwe anî û min pêk anî. Min dev ji her tiştî berda û ez tenê li ser kişandina fîlm fikirim. Wêrekî û bawerî wisa li min peyda bû. Sedemê nivîsandina vê senaryoyê jî ew bû ku, balê bikşînim ser mirovên ku her roj ji hêla me ve biçûk û kêm dihatin dîtin. Bi vê senaryoyê min xwest nîşan bidim ku ji nişkave dibe ku em jî bikevin rewşa wan mirovan. Bi rastî jî kesekî ev rastî nedît. Heke nexweşiyeke li aliyekî dinyayê rabe û me hemûyan bandor bike, wê demê bi rastî her kes nexweşek potansiyel e. Berîya şewbê, me xwe ji mirovên ku maske bi kar dianîn dûr dixist, lê niha her yek ji me bi wan re di heman astê de ye. Ger ku em hev du hembêz bikin, em dikarin her nebaşiyekî bi hev re derbas bikin. Baweriya min bi vî tiştî hat û ji ber wê jî min ‘Empatî’ nivîsand.”   ‘ARMANCA ME EW E KU EM BIBIN ZIMANÊ CIVAKÊ’   Înal, anî ziman ku di pêşerojê de ew ê xebatên xwe yên bi vî awayî zêdetir bikin û got: "Di demên peşiyê de xebatên me yên bi vî rengî wê bidomin. Em dixwazîn zêdetirin fîlmên xwe li ser pirsgirêk û tengasiyên civakî bikêşin. Fîlmên dirêj wê bên kişandin. Armanca me ew e ku em bi fîlmên xwe bibin zimanê civakê."