Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qursên xwe kirin 2020-08-26 09:04:29   ŞIRNEX - Li Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek qeydên ji bo qursên kurdî dest pê dike. Yek ji xebatkarên komeleyê nivîskar Bahattîn Robar, diyar kir ku ji bo pêşxistin û hînbûna ziman ew dixwazin her kes tevlî qursên wan bibin.   Komelaya Ziman û Çandê ya Birca Belek a ku li navçeya Cizîr a Şirnexê di sala 2019’an de hat vekirin, bi pêvajoya şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) re navber da bû qursên xwe û li ser medyaya civakî xebatên xwe birêve dibir. Komeleyê bi pêvajoya asayî re, ji nû de dest bi xebatên xwe yên qursan kirin. Komele wê çend hefte şûnde, dest bi dersên kurdî bike û bi bernameyên cur bi cur xebatên xwe yên ziman bi rêve bibe. Komeleyê di vê çarçoveyê de dest bi qeydên qursên xwe dike. Yek ji xebatkarên komleyê nivîskar Bahattîn Robar derbarê mijarê de axivî. Robar, diyar kir ku ji bo pêşxistin û hînkirina ziman ew li benda piştgiriyê ne û bang li gel kir ku li dijî êrîşên heyî, fêrî zimanê xwe bibin.   QEYDÊN QURSÊN ZIMANÊ KURDÎ DEST PÊ KIRIN    Robar, anî ziman ku di demên pêşiyê de, ewê bi bernameyên cur bi cur xebatên xwe dewam bikin û wiha axivî: "Di vê pêvajoya pandemiyê de bi taybetî li Cizîrê, ji ber ku nexweşî zêde bibû, me wekî saziya Ziman û Çand Hûnerê ya Birca Belek demek dirêj navber da xebatên xwe. Lê dîsa xebatên me yên takesesî hebûn. Gelek hevalên me li ser mamikan, peyvên winda, gotinên pêşiyan û li ser dengbêjiyê xebatên xwe meşandin. Dem bi dem li ser medyaya civakî bernameyên wekî wêjeyî hatin lidarxistin. Piştî hinek rewş asayî bû, rêveberiya me jî biryar da ku êdî em xebatên xwe xurtir bikin. Lewra di meha pêşiya me de tê armanckirin ku em dest perwerdehiya dersên qursa zimanê kurdî bikin. Em ê li gorî rewşa nexweşiyê hemû bergiriyên xwe bigirin. Di çarçoveya parastina tenduristiya civakî de em ê dest bi qursan bikin. Dîsa emê weke saziya çand û ziman heftiyê carekê helbestên Melayê Cizîrî şîrove bikin. Ev wê ji aliyê mamosteyeke erebî, farisî, kurdî û tirkî dizane ve wê bên şîrove kirin."   ‘LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN BI QEYDKIRINA QURSÊN ZIMANÊ KURDÎ BERSIV BIDIN’   Robar, da zanîn ku li hemberî êrîşên li dijî ziman pêwîste gel xwedî derketina xwe mezin bike û wiha dom kir: "Mixabin di van rojên dawî de rêveberiya dewletê raste rast  êrîşên xwe yên li ser zimanê kurdî dijwar kirine. Ev jî tê wê wateyê ku politikaya ‘Em birayên hev in’ derewe û neyartiya zimanê kurdî ye. Ziman zimanê civakê ye, civak ji ber zimanê xwe nikare were sucdar kirin. Bi taybetî divê gelê me li hemberî van pêkûtî û zextan xwe bi qeydkirina qursên zimanê kurdî bersivê bide. Ji ber ku gava ku ziman çû, rih diçe. Gava ku ziman çû çand diçe. Kesê ku nikare bi zimanê xwe bijî, dibe kesek din. Ji ber vê divê em ji rihê xwe dernekevin û rihê xwe bidin jiyan kirin. Rihê me zimanê me ye.”    ŞEVBÛHERKA HELBESTAN    Robar, dest nîşan kir ku ji bo bi hêzkirina wêjeya kurdî ew ê hefteyê carekî şevbûherkên helbestên kurdî li dar bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dê helbestên kesayetên mîna Baba Tahirê Uryan, Melayê Cizîrî an jî helbestkarên me yên nûjen Berken Berhen, Arjen Arî wan werin girtin û herî kêm 2 helbest werin xwendin. Li ser wan helbestan wê kesayet û hûndirê wêjeya nivîskî bê nirxandin. Dîsa kesên ku bixwazin helbestên xwe bixwînin û yan jî helbestek cuda bixwîne dikare bike. Bi vî awayî em ê hem hewl bidin helbestkarên xwe yên pêşeng nas bikin û hem jî helbestvanên nû nas bikin. Em ê ji vê hefteyê pê de dest pê bikin. Ji bo perwerdehiya ziman em bang li her kesên ku dixwazin hînî zimanê xwe bibin bila werin serlêdanên xwe bikin. Li gorî texmînî em ê  dora 15-20 îlonê de dest bi perwerdehiyê bikin.”   MA / Zeynep Dûrgût