Navê Yilmaz Guney heye, lê eywana sînemayê tune ye 2018-01-02 09:21:04 ÊLIH - Yek ji nîşanên girîng ên Êlihê Sînemaya Yilmaz Guney e. Saleke tabeleya sînemayê hatiye daliqandin, lê belê hîn jî sînema nehatiye çêkirin.  Yek ji nîşan û sembolên girîng ên Êlihê jî sînemaya Yilmaz Guney e. Sînema di 11'ê Îlona 2016'an de ji aliyê qeyûmê tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin hat girtin. Piştî sînema hat girtin di 30'yê Çileya 2017'an de şewateke ku hat îdiakirin ji ber kontaka ceryanê derketiye, lê belê tê derpêşkirin ku sabotaj e sînema bû xwelî. ev yek bû cihê bertekên tund. Li ser vê qeyûm daxuyanî da ku ew ê ji nû ve sînemayê çê bikin. Lê belê salek di ser re derbas bû, tenê ji aliyê qeyûm ve li şûna sînemaya şewitî tabelaya li ser Sînemaya Yilmaz Guney nivîsandî hatiye daliqandin û sînema hîn jî nehatiye çêkirin.    Sînema di sala 2006'an de ji aliyê şaredariya DBP'î ve hatibû çêkirin û li bajêr di warê sînemayê de sînemayeke alternatîf bû her sal "Mîhrîcanên Kurte Fîlmên Kurdî" li dar dixist. Ji bo ev sînema hîn bêtir xwe bigihîne kesan, wê şaredariya DBP'î di 22'yê Îlona 2016'an de îhaleyeke 550 hezar lîreyî çê bikirana û ewyana sînemayê mezintir bikirana. Lê belê bi tayînkirina qeyûm sînema hat girtin û di di 30'yê Çileya 2017'an de şewateke ku hat îdiakirin ji ber kontaka ceryanê derketiye, mlê belê tê derpêşkirin ku sabotaj e sînema bû xwelî. Hat hînbûn ku zirara vê şewatê zêdeyî milyonek lîre bûye.    Piştî şewatê bi makîneyên karî sînema hat rûxandin û qeyûmê tayînî şaredariya bajêr hat kirin daxuyandibû ku ew ê ji nû ve sînemayê çê bikin. Têkildarî vî di malpera şaredariyê de anketeke ku divê sînema çawa be weşand û paşê hat gotin ku wê projeya hatiye qebûlkirin bê çêkirin. Lê belê îhaleya têkildarî sînemayê du caran hat redkirin.     TABELA HEYE, LÊ SÎNEMA TUNE YE   Herî dawî di 25'ê tebaxa 2017'an de îhaleya sînemayê hat kirin, lê belê hîn jî sînema nehatiye çêkirin. Li şûna sînemaya şewitî tabelaya projeya nû hatiye daliqadin lê hîn jî li holê sînema tune ye.