Kovara ZEND’ê tevî zextan jî 26 sal in tê weşandin 2020-07-20 09:00:49   STENBOL - Kovara zanist, çand û lêkolîna kurdî ZEND’ê piştî demek dirêj hejmara xwe ya 27’emîn derxist. Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyûp Sûbaşi diyar kir ku kovar ji bo xebatên kurdolojiyê çavkaniyek e.    Komeleya Lêkolînên Kurdî di warê pêşvebirina kurdî de xebatan birêve dibe. Komeleyê çend roj berê hejmara 27’emîn a kovara zanis, çand û lêkolînên kurdî ZEND’ê derxist û kovar li ber destê xwînerên xwe ye. Kovara ZEND’ê cara ewil di 21’ê Adara 1994’an de ji aliyê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê ku bi KHK’ê xebatên wê hatibû rawestandin hatibû derxistin. Ji ber hin sedeman dem bi dem weşana ZEND’ê dihat sekinandin. ZEND piştî demek dirêj bi hejmara 27’emîn ku cih daye gelek lêkolînên zanistî li ber destê xwîneran e. Di kovarê de nivîsên girîn ên li ser lêkolîn, zanist û çanda kurdî hene.    Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyûp Sûbaşi diyar kir ku wan carek din kovarê derxistine û pêşkêşî xwîneran kirine. Sûbaşi da zanîn ku bi qasî çaryek sedsalê ye vê kovarê gelek nivîskar û lêkolînan di bin banê xwe de hewandiye û got: “Kovara ZEND’ê ji bo xebatên Kurdolojiyê çavkaniyek e. Ji bo kesên dixwazin li ser ziman, wêje û çanda kurdî bi berfirehî lêkolînê bikin dikarin ji kovarê sûdê werbigirin. Kovar di salên 90’î de yek ji wan kovarên tekane bi kurdî ye û gelek xebatên zanistî birêve bir.”    JI BO PÊŞVEBIRINA KURDÎ…    Sûbaşi diyar kir ku kovara ZEND’ê di heman demê ji bo pêşvebirina kurdî jî rolek lîst û got: “Tişta ku ZEND’ê ji kovarên din vediqetîne ew e ku cih dide xebatên kurdî û zanistê. Bandorek li ser pêşvebirina kurdî kiriye. Ev hejmara me xwedî naverokek dewlemend e. Di vê hejmarê de nivîsên cuda hene. Li ser ziman xebatên cûrbicûr hene. Li ser gramer û Împaratoriya Med’an nivîs hene. Ev hejmar ji bo ziman, wêje û folklora kurdî gelek nivîs hewandiye.”    LI BENDA REXNEYAN IN    Sûbaşi got wê kovar ji niha şûn ve weşana xwe bidomîne û ew li benda rexne û pêşniyazên xwîneran in û rexne wê hêz bide wan.    MA / Mehmet Aslan