Di Wîkîpedîayê de hejmara gotarên bi kurdî 30 hezarî derbas kir 2020-07-14 10:47:19 AMED - Di Wîkîpedîayê de, hemara gotarên bi kurdî 30 hezarî derbas kir.   Wîkîpedîa yek ji ansiklopediyên onlayn a herî mezin a cîhanê ye. Di kategoriya  kurdî ya Wîkîpedîayê de, hejmara gotarên bi kurdî 30 hezarî derbas kir.   Weqfa Wîkîmedîayê, di peyama li ser twîtere parve kir de wiha got: “Di vê mehê de gotarên bi kurdî yên di Wîkîpedîayê de 30 hezarî derbas kir. Pîroz be, we karekê bêkêmasî derxist holê.”   Li gorî daniyên Tebaxa 2019’an a Wîkîpedîayê, zimanê kurdî bi 721 hezar û 599 peyvan, bû zimanê 9’emîn ê xwedî peyvên herî zêde yên cîhanê. Di Wîkîpedîayê de, kategoriya herî zêde ya gotaran Îngîlîziye. Di kategoriya Îngîlîzî ya Wîkîpedîayê de 6 mîlyon, 120 hezar û 795 gotar hene.