Bi strana 'Cizîr' qedexeya li Cizîrê vegot 2017-12-30 13:19:06 STENBOL – Hunermend Baran Bozyel “qedexeya derketina derve” ya li Cizîrê bi strana “Cizîr” vegot. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di sala 2015’an de “qedexeya derketina derve” hatibû îlankirin û bi mehan dewam kiribû. Di vê serdemê de bûyerên li Cizîrê qewimîn ji bîra mirovan naçe. Pêkanîn û kuştinên li wir pêk hatin dibe mijara fîlm û stranan. Engîn Cengîz li ser bîranîna Cizîrê stranek bi navê “Cizîr” nivîsand. Hunermend Baran Bozyel jî helbestê kir stran û klîba stranê li youtube bar kir. Strana “Cizîr” a ku duh li youtube hat barkirin, nêzî 12 hezar car hat temaşekirin û gundarkirin. Bozyel destnîşan kir ku stranê bi têlefonê qeyd kiriye û got: “Dema min stranê vegot, dilê min êşek mezin hîs kir. Lê dîsa min got divê ez vê talanê bibêjim. Ez wisa fikirîm û ez strîm.”