Doç. Dr. Çelîk: Ger aborî mezin dibe, çima ked erzan dibe?

img

STENBOL - Doç. Dr. Azîz Çelîk bi bîr xist ku karkerek nikare bi heqdesta kêmtirîn a li Tirkiyeyê tê dayîn debara xwe bike û bal kişand ser daxuyaniyên îktîdarê ên “aborî mezin dibe” û got: “Madem aborî mezin dibe, nexwe ji çima heqdesta kêmtirîn zêde nabe?” 

Wê roja înê Komîsyona Tespîtkirina Heqdesta Kêmtirîn bicive û der barê heqdesta kêmtirîn de biryara dawîn bide. 6 milyon kesên bi heqdesta kêmtirîn dixebitin li benda vê biryarê ne. Doç. Dr. Azîz Çelîk têkildarî nîqaşên der barê heqdesta kêmtirîn de axivî û wiha got: “Tê gotin ku 6 milyon kesên bi heqdesta kêmtirîn dixebitin hene, lê belê ev hejmar nêzî 10 milyon kesî ye. Bi hezaran karker zêdeyî heqdesta kêmtirîn distînin, lê belê ev bi awayekî fermî wek xebatkarên heqdesta kêmtirîn tên nîşandan. Karkerên mehaneya wan di navbera hezar û 500 û 2 hezar lîreyî de bi vî awayî tên xebitandin.” 
 
‘MEZINBÛNEKE BIHORMON E’
 
Çelîk destnîşan kir ku divê pêbawerîbûna hejmarên mezinbûnê yên tên daxuyandin bê lêpirsînkirin û ji ber guherînên di hesabkirina îstatîstîkên di aboriyê de gelek aborîzan pêbawerîbûna hejmaran lêpirsîn dike. Çelîk wiha domand: “Bi lêv dikin ku di rastiyê de hejmarên mezin mezinbûnekê îfade nakin. Çimkî tê dîtin ku di warê mal û xizmetê de mezinbûnek nayê afirandin. Em van hejmaran rast qebûl bikin. Madem mezinbûn heye, nexwe divê hemû welatî para xwe ji vê mezinbûnê wergirin. Divê ji bo karkerên bi heqdesta kêmtirîn dixebitin li vê mezinbûnê binere ka ev mezinbûn ji bo wan xwe dide der yan na. Aborî mezin dibe, îstihdam nayê afirandin, heqdesta kêmtirîn zêde nabe, nexwe ev mezinbûn mezinbûneke çawa ye. Divê ev mezinbûn bi awayekî adilane li hemû derdorên civakê bê belavkirin, lê nayê belavkirin. Nexwe ev mezinbûn mezinbûneke bihormon e.” 
 
Çelîk destnîşan kir ku her kes dizane ku dema heqê kirê, tenduristiyê, perwerdehiyê, metbaxê û sotemeniyê yên kesên bi heqdesta kêmtirîn dixebitin bên hesibandin, hezar û 404 lîre ji bo îdamekirina jiyanê ne pêkan e. Çelîk dest nîşan kir ku ev heqdest ne heqdesta fedakariyê, heqdesta sefaletê ye. 
 
Çelîk destnîşan kir ku divê heqdesta kêmtirîn para xwe ji dahata netewî wergire, ji bacê bê muafkirin û bibe heqdesteke ku mirov karibin jiyana xwe îdame bikin.