'AKP kadroyên xwe bi cih dike'

img

STENBOL – Karkeran da zanîn ku pêşnûmeya der barê karkerên taşeronî ya berpêşî Meclîtê tê kirin wan nahebîne ev tişt gotin: "Tê gotin ku dê lêpirsîna ezmûn û ewlehiyê pêk bînin. AKP bi hinceta lêpirsîna ewlehiyê, kadroyên xwe bi pêş dixe û fikarên me yên di vê der barê de zêde ne."

Wezareta Ewlehiya Civakê û Xebatê der barê karkerên taşeronî de pêşnûmeya ji 12 xalan pêk tê vedişêre. Beyî ku serî li sendîkayên karkeran bixin, pêşnûme amade kirin û dê di rojên pêş de ji bo bişînin komîsyona TBMM'yê. Lê piştî Wezîr Julîde Sarieroglu aşkera kir ku dê karkerên taşeron bikin kadro, fikar derketin holê ku karkerên taşeron ên di şaredariyan de dixebitin, ji derveyê vê sererastkirinê bên hiştin. Karkerên endamê Sendîkaya Karkerên Xizmeta Giştî ya Tirkiyeyê (Genel-Îş), nerazîbûna xwe nîşan dan û gotin ku muameleya 'kurê hewiyê' dibînin û xwestin karê wan bigirin bin ewlehiyê.
 
‘BILA KARKERÊN AKP’Î Û MHP’Î NEBÊJIN EM RIHET IN’ 
 
Karkerê taşeronî Çetîn Kaya li Şaredariya Kartalê dixebite, da zanîn ku her karkerên di fîrmaya taşeronî de dixebitin, tirsa dê ji kar bên derxistin li ser wan heye û wiha axivî: "Em naxwazin vê tirsê careke din bijîn. Dê fîrmayeke girêdayî şaredariyê bê avakirin û di wir de bidin xebatê, destpêkê kadrotiyê tînin. Tişta herî girîng dê me bi rihetî ji kar derxin. Êdî bes e! Divê sozên ku dane bînin cih û beyî cudahî em jî kadrotiyê dixwazin. Bila karkerên AKP'î û MHP'î nefikirin ku ew rihet in. Tişta îro tînin serê me, dê sibê bînin serê wan. Ji ber ku ew jî wekî me karkerên taşeronî ne. Tê gotin ku dê lêpirsîna ewlehî û ezmûnê pêk bînin. Ev fikareyên me zêdetir dikin. Ji ber ku AKP lêpirsîna ewlehiyê dike hincet û kadroyên xwe bi pêş dixe fikarên me zêde dibin."
 
‘EWLEHIYA ME TUNE’
 
Karkerê Şaredariya Maltepeyê Dursun Ozdemîr, destnîşan kir ku her çendî ew jî wekî karkerên kadro kar dikin, lê heqdesta wan ne wekî hev e û xwest ev pêkanîn bi dawî bibe. Ozdemîr xwest cudahiyê nexin navbera karkeran û wiha got: "Em karekî bi ewle dixwazin û ev mafê me yê bingehîn e."
 
Hatira Aktaş a li Şaredariya Kadikoyê dixebite, da zanîn ku sozên dane wan neanîne cih û di serdema AKP'ê de pirsgirêka taşeroniyê derketiye holê û xwest êdî vê bi dawî bikin. Aktaş anî ziman ku haya wan ji pêşnûmeya ku anîne Meclisê tune ye û ew nizanin ka çi di naveroka wê de heye û wiha domand: "Em wekî karkerên endamên Genel-Îş'ê li qadan e û em ê mafên xwe biparêzin. Tu kes der barê tiştên tên kirin de ne agahdar e û tiştên baş jî nayên kirin. Ji bo wê em ê li qadan bin."
 
Sultan Ogutlu ya ku li Şaredariya Kadikoyê dixebite jî ev tişt anîn ziman: "Em naxwazin nanê me ji destê me bistînin. Dibe ku kadrotiyê nedin, lê dibe ku a niha jî me deynin ber derî. Em naxwazin bi vê tirsê bijîn. Tu ewlehiya me tune ye, dewleteke me ya ku em pişta xwe bidinê tune ye."
 
MA / Metîn Yoksu