Akçelîk: Ayende di Tirkiyeya beyî AKP'ê de ye

img

STENBOL - Sekreterê Lijneya Koordînasyona TMMOB'a Stenbolê Cevahîr Efe Akçelîk, di foruma "Ne OHAL, em demokrasiyê dixwazin" de axivî û ev tişt got: "Ayendeya (îstîkbal) xizan û kedkaran di Tirkiyek bê OHAL, bê KHK û bê AKP'ê de ye."

 
Di pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Karker û Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) de, ji bo OHAL bê rakirin, foruma "Ne OHAL, em demokrasiyê dixwazin" li darxist. Foruma li Şaxa Buyukkentê ya Odeya Endezyarên TMMOB'ê ya li Kadikoyê hat lidarxistin û Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, Serokê Navenda Giştî yê TTB'ê Reşît Tukel, Sekreterê Odeya Tabîbên Stenbolê Samet Menguç, Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, endamê MYK'a EMEP'ê Levent Tuzel û akademîsyenên bi KHK'ê hatin îxrackirin, berdevkên rêxistinên pîşeyî û partiyên siyasî beşdar bûn.
 
'DIVÊ HEMÛ DEYN BÊ GIRTIN'
 
Beko destpêkê axivi û bal kişand ser daneyên Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) ya mezinbûna sedî 11 de û ev tişt got: "Heke ew qas mezinbûn hebe divê hemû deyn Tirkiyeyê bê girtin. Para ji hateya neteweyî tê ji bo istîhdamê razînin. Heqdestiya herî kêm bikin 2 hezar û 300 TL'yî." Beko da zanîn ku Rojhlata Navîn di nava xwînê de ye û wiha pê de çû: "Taşerontiya vê yekê jî Tirkiye dike. 7 milyon xwik û birayên me bê karin. Mixabin milyonek ji van xwendekarên zanîngehê ne. Em dema zarok bûn ji hev dixeyîdin. Niha em bi 52 welatan re xeyîdî ne. Zilamekî 9 salî Tirkiyeyê bi rêve dibe, ji ber wê Tirkiye di vê rewşê de ye."
 
'XETEREYÊN JIYANÊ ZÊDE DIBIN’
 
Serokê Konseya Navendî yê TTB'ê Reşît Tukel jî xebatên AKP'ê yên di qada tenduristiyê de rexne kir. Tukel rewşa hekîmên di serdema OHAL'ê de hatin îxrackirin jî bi bîr xist û wiha got: "Hekîmên hatîn îxrackirin, di nexweşxaneyên taybet de derfetên kar dîtine. Lê di bin gefa ji kar bên avêtin de ne û bi erzanî dixebitin, keda wan tê mêtin." Tukel da zanîn ku bi OHAL'ê re şertên kar ên bê ewlehî derdikevin holê û ev jî bandoreke xirab li ser jiyana civakê dike.
 
‘TIRKIYE BI DERBEYA SIYASÎ RE RÛ BI RÛ YE’
 
Serokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk derbirî ku bi OHAL û KHK'an re civak travmayek cidî dijî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê, debeya siyasî ya AKP'e di dewrê de ye. Di 15'ê Tîrmehê de ji her du biryayên cêwî kîjanî jî derbe bikira, dê encam wiha bûya. Tirkiye bi derbeyeke faşîst a sivîl re rû bi rû ye."
 
‘GELEK XWÎN RIJANDIN’
 
Sekreterê Lijneya Koordînasyona TMMOB'a Stenbolê Cevahî Efe Akçelîk jî mafê axaftinê girt û aşkera kir ku hikumeta AKP'ê nikare welat bi rêve bibe. Di 15 salan de gelek sûc kirin. Ew qas xwîn rijandin ku nayê gotin. Akçelîk, destnîşan kir ku desthilatdariya zilmê li gelê xwe bike, hemû mafên wan ji destê wan bigire, dê tu rewabûna wê tune be û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Erdogan di demên dawî de her dem gotina 'Qedera Tirkiyeyê û ya AKP'ê wekî hev e' bi bîr dixe. Hemû biryarên xwe yên xelet li ser Tirkiyeyê ferz dike. Divê bê zanîn ku ayendeya vî welatî di Tikiryeke bê AKP, bê OHAL û bê KHK'ê de ye."