Esnafên Wanê: Derî heye lê bazirganî tune ye

img

WAN - Esnafên Pasaja Bazirganiya Sînor a Qelqeliyê, ji ber bazirganên mezin nikarin bazirganiyê bikin û neçar in biçin mal ji Stenbol, Edene û Mêrsînê bikirin. Esnafan diyar kir ku ew sûdê ji bazirganiya deriyê sînor nagirin û zerarê dikin. 

Esnafên Pasaja Bazirganiya Sînor a herî mezin a Qelqeliya Wanê ji ber bazirganên mezin dixesirin. Esnafên Qelqeliyê ji ber bazirganên mezin nikarin mal ji Deriyê Sînor ê Kapikoyê bikirin û neçar dimînin biçin ji Stenbol, Mêrsîn û Edeneyê bikirin. Esnafên ji vê rewşê ne kêfxweş in, diyar kirin ku niharin derziyekê jî di deriyê sînor re derbas bikin. Li şûna ku pêdiviyên xwe ji deriyê sînor ê li ber serê xwe bigirin, bi kîlometreyan rê diçin bajarên mezin û ji wan deran dikirin. Esnafên ji neçarî diçin bajarên mezin, gelek mesrefên wan diçe û ji ber vê bi gazinc in. 
 
ÊDÎ KARÊ ME DIQEDE 
 
Yek ji esnafên pasajê Zeynel Abîdîn Dînler, diyar kir ku îsal hema bêje karê wan qediyaye û wiha axivî: “Tu qezenca me tune ye. Li bajar hemû esnaf di heman rewşê de ne. Ji ber pirsgirêkên heyî gelek esnaf neçar in ku koç bikin. Her diçe ev pirsgirêk mezintir dibin. Em nikarin bazirganiya sînor jî bikin. Deriyê sînor heye, lê em esnafên biçûk nikarin tiştekî jê bikirin. Gava em diçin ber deriyê sînor, mal didin bazirganên mezin. Ew jî ji vê derê dibin bajarên mezin. Tu fêdeya deriyê sînor li me tune ye.”
 
Dînler, anî ziman ku tiştê ku ew nikarin ji deriyê sînor bikirin diçin ji Stenbolê dikirin û wiha got: “Em neçar in biçin ji Stenbolê bikirin. Her ku diçim Stenbolê 2 hezar TL xerc dikim, lê gava bixwazim pêdiviyên xwe bi riya kargoyê bişînim jî ev lêçûna min derdikeve du qatan. Ger em karibin ji deriyê sînor pêdiviyên xwe bikirin, dê rewşa aboriya me jî baş be. Eşyayên em dikirin em çi qasî erzan bifiroşin dê hêza gel jî hebe ewqasî zêdetir bikire. Em dixwazin eşyayên xwe ji deriyê sînor bikirin, ne ji Stenbolê.” 
 
GELEK DIKAN HATIN GIRTIN
 
Esnaf Kadîr Aslan jî, diyar kir ku ji ber li navçeyê hilberîn tune ye, li bazirganiya sînor debara xwe dikin û wiha  axivî: “Lê ji ber ku em ji deriyê sînor nikarin tiştekî bikirin, ji necarî min ji du dikanên xwe yek jê girt. Gelek kesan dikanên xwe yên pasajê girtin. Em deyndar in û em nikarin deynên xwe bidin. Ji ber ku em nikarin ji deriyê sînor pêdiviyên xwe bikirin. Rayedar ji bo me derfetan peyda nakin. Li şûna derfetan peyda bikin, karê me qedandin. Her ku kar diqede, mirov jî ji necarî koç dikin.” 
 
‘DERIYÊ SÎNOR JI BO BAZIRGANÊN MEZIN BAŞ E’
 
Faruk Şahîn ê 20 sal in di pasajê de esnaftiyê dike jî, anî ziman ku deriyê sînor tenê bazirganên mezin xwedî dike û wiha got: “Tu fêdeya deriyê sînor li me nabe. Dewlet alîkariya xwe ya ji bo esnafên mezin didomîne. Em esnafên biçûk jî her ku diçe biçûktir dibin. Ger pêvajoya aştiyê cardin dest pê bike, dê ev kar jî sererast bibin. Her ku şer mezin dibe, hêviya mirovan namîne."