Qazek bûye 150 TL

img

QERS – Li herêma Qersê di demsala zivistanê de herî zêde goştê qazan tê xwarin. Lê ji ber goştê wan buha ye nayên firotin. Esnafan diyar kirin ku ji ber buhayê qazekê heta 150 lîreyî jî diçe, goştên qazan li ser dezgehên dimîne. 

Ji ber krîza aborî qazên Qersê ku li cîhanê bi nav û deng in para xwe ji vê rewşê girtin. Li bajêr gelek welatî bi firotina qaz û goştê wan debara xwe dikin. Goştê qazan ku ji mehên havînê ve hatine amadekirin li ser dezgehên dikanên Qersê cihê xew girtin. Lê ji ber buhayê qazekê bûye 150 TL û buhabûna goştê wan kes nikare bikire û li ser dezgehan dimînin.
 
‘DI BERÎKA GEL DE PERE TUNE YE’ 
 
Mustafa Îbrahîmogullari yê 50 sal in esnaftiyê dike diyar kir ku daxwaza ji bo goştê qazan li gorî salên buhûrî daketiye û her diçe rewş ber nebaşiyê ve diçe. Îbrahîmogullari wiha got: “Di berîka gel de pere tune ye ku kes goşt bistîne. Ji ber vê yekê rewş û karê esnafan qet ne baş e. Heke wisa bidome dê esnaftî jî biqede. Rojê herî zêde 2 qazan difiroşim. Carna jî qet nayê firotin. Salên borî herî kêm min rojê 7-8 qaz difirotin.” 
 
‘EM JI HIKUMETÊ NE RAZÎ NE’ 
 
Îbrahîmogullari yê ku bazirganiya sewalan dike jî got ku her ku diçe buhayê êm û kayê zêde dibe. Îbrahîmogullari li dijî rewşa nebaş a aboriyê bertek nîşan da û wiha got: “Niha her tiştî zem kirine. Dibêjin ‘em ê buhayan daxînin û me daxist.’ Li şûna vê yekê dikin bila ewil buhayê zexîreyan daxînin û zem nekin. Ji ber her tişt buha bûye welatî nikarin tiştekî bikirin. Her diçe karê me ber bi nebaşiyê ve diçe. Em ji vê hikumetê ne razî ne. Xwedê jî ji wan ne razî be.”