Bi hezaran karkeran dest ji kar berdan

img
ÎZMÎR - Bi hezaran karkerên Şaredariya Îzmirê li ser banga Genel Îş'ê  dest ji kar berdan. Karkeran sazkirina kadro ya ji aliyê hikûmetê ve şermezar kir û bê şert û merc kardo xwest 
 
Piştî hikûmeta AKP'ê karkerên şaredariyê jî tev li kadroyên nû kirin, karkerên şaredariya Îzmirê bertek nîşanî helwesta hikûmetê dan û dest bi çalakiyê kirin. Li ser banga Nûnertiya Herêma Ege ya Genel Îşê ya girêdayî DİSK'ê bi daxwaza "Ji hemû karkerên taşaron bê cudakirin kadro dixwazen" dest bi çalakiyêkirin. Bi hezaran karker li Qada Cumhuriyetê kom bûn û dirûşme berz kirin. Karkerên dirûşme berz kirin rastî astengiya polîsan hatin. Karkerên rastî astengiya polîsan hatin, bi tilîlî û dirûşmeyan meşiyan Qada Cumhuriyetê. Karkeran bi dowîz û pankartan daxwaza "Bila pergala taşeron bê rakirin û bê cudakirin karker bibin kardor. OHAL bê betalkirin û dawî li KHK'yan bînin."  anîn ziman. Dîsa dirûşmeyen "AKP dê pesab bide gel", " Em bibin yek emê bi ser bikevin" û "AKP şaş nebe sebra me xelas neke" berz kirin. Parlamenterê CHP'ê yê Îzmirê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Serokê Giştî yê DÎSK Genel Îşê Remzî Çalişkan daxuyanî da. Çalişkan anî ziman ku hikûmetê di 5'ê kanûnê de wekî mizgîniyekê karkerên taşeron ku bibin kadro anî rojevê û wiha got: "Bi vê yekê bêtir polîtîkayên AKP'ê diyar bûn. Ev mijar bi sed hezaran karkerên taşeron eleqeder dike. Karker divê berî her tiştî bi sendîkayên muxatab re têkevin nava parvekirinekê û li gorî wê kavan bavêjin. Ev mijara di vê pêvajoyê de anîn rojevê dixwaze karkeran bê ewle û bê per û bask bihêle. Dema hikûmet mizgîniya kadro dide, 100 hezar karkeran li dervê pêvajoya kadro dihêle. "Hûkümet, dixwaze nêzî 400 hezar karkerên di xizmetênk şaredariyan de dixebitin wan bişîne şirketên girêdayi şaredariyan û xwe ji gotina "Me karê taşeroniyê xelas kir" rizgar bike. Dixwaze nêzî 500 hezar karkerên cemaweriyê bê ewle bihêle û wan têxe nava aloziyekê. 
 
Çalişkan, xwest hemû karker wekî hev bên girtin û bêyî cudahiyê têxe nava wan kar û kadro bidin wan. Divê li gorî rêgeza Qanûna Bingehîn a "Wekheiyê" tev bigerin û cudakariyê nexin nava karkeran."