Bila heqê herî kêm 2 hezar û 300 TL be

img
STENBOL - Serokê Sendîkaya Genel ÎŞ'ê ya girêdayî DİSK'ê Seyit Aslan, beriya ku Komîsyona Tespîta Heqê Herî Kêm di 15'ê kanûnê de kom bibe xwest di sala 2018'an de heqê herî kêm 2 hezar û 300 tl be. 
 
Komîsyona Tespîta Heqê Herî Kêm di 15'ê kanûnê de kom bibe. Komîsyon dê sînorê heqê herî kêm yê muçeyê 2018'an diyar bike. Beriya komîsyon kom bibe Serokê Sendîkaya Genel ÎŞ'ê ya girêdayî DİSK'ê Seyit Aslan, xwest di sala 2018'an de heqê herî kêm 2 hezar û 300 tl be. Sendîkaya Genel Îş'ê li Qada Cumhuriyetê ya Esenyurtê kom bûn û daxuyanî da çapemeniyê. Genel ÎŞ'ê xwestin mûçê herî kêm 2 hezar û 300 tl be. Endamên Genel ÎŞ'ê dowîzên "Heqê kêm di Çile de 414 dolar, di Kanûnê de 358 dolar" û "Kîra 600, dogalgaz 200, elektrik 80, av 60, mutbexa 4 kesan hezar û 400, Bi giştî 2 hezar û 340 e. Were bi 1404 TL’yan debarê bikin" vekirin. Endamên Genel ÎŞ'ê siloganên "yekîtiya karkeran dê sermayê têk bibe" û "Bila heqê kêm 2 hezar û 300 tl be" berz kirin. 
 
Serokê Sendîkaya Genel ÎŞ'ê ya girêdayî DİSK'ê Seyit Aslan, daxuyanî xwend û xwest di sala 2018'an de heqê kêm 2 hezar û 300 TL be.