'Em her roj nanê tisî jî bixwin em ê nikaribin debara xwe bikin'

img

STENBOL - Welatiyên teqawîtbûyî destnîşan kirin ku ji butçeya navendî ya sala 2018'an ji wan re parek nehatiye veqetandin û wiha gotin: "Em her roj nanê tisî jî bixwin, em ê dîsa jî nikaribin debara xwe bikin."

Wezîrê Ewlehiya Civakî û Xebatê, di 7'ê Tebaxa 2017'an de bersiv da pêşnûmepirsa Wekîlê CHP'ê yê Îzmîrê Atîla Sertel û aşkera kir ku li Tirkiyeyê 11 milyon û 882 hezar û 732 kesên teawît û xwediyê heq hene û ev bersiv dabû: "Mehaneya esnafê teqawîtbûyî yê ku herî kêm distîne, hezar û 260 TL, mehaneya cotkarê ji Bag-Kurê teqawît bûye; hezar û 6 TL, meaşê herî kêm yê welatiyên teqawîtbûyî; berî sala 2000'î di SSK'an de hezar û 485 TL, di navbera 200-2008'an de kesên teqawît bûne, hezar û 160 TL digire. Ji butçeya navendî ya sala 2018'an ji SGK'ê para ku hatiye veqetandin 235.1 milyar TL ye. Li ser butçeya ku di 3'yê Çileya 2018'an de hatiye veqetandin divê rêje diyar bibe. Welatiyên teqawîtbûyî aşkera kirin ku butçeya ku hatiye veqetandin, dê di jiyana wan de tu guhertinê çê neke û xwestin hêj zêdetir butçe ji bo wan bê veqetandin.
 
Endama Lijneya Rêveberiya Sendîkaya Hemû Teqawîtan (Emeklî-Sen) a girêdayê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Rahîme Îldemîr (56), destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi sedhezaran welatiyên teqawît bûne, ji bo debara xwe bikin, li gel temenê wan mezin e jî dîsa dixebitin. Îldemîr aşkera kir ku li Stenbolê kirêya herî kêm 800 TL ye û wiha axivî: "Min 30 salan ji bo Komara Tirkiyeyê xizmet kir û heqdesta ku min girtiye hezar û 480 TL ye. Ez dema diçim nexweşxaneyê, heke hin pereyê din jî nedim, ji xizmetê sûdê nagirim. Em dîsa pere didin nexweşxaneyan."
 
'EM JI KESÎ SEDEQEYÊ NAXWAZIN'
 
Îldemîr piştrast kir ku her diçe jiyana welatiyên teqawîtbûyî zehmet dibe û ji ber zêdebûna bacê, jiyana wan bêhtir tengezar dibe û wiha got: "Di navbera ji sedî 3 û hwd. de zemê li meaşê teqawîtan dikin, dema dor tê Serokomar, bi hezaran lîreyî zem didin ser meaşê wî. Divê ji ber temenê mezin pereyê rê ji me neyê standin. Em jî dixwazin pêşerojeke me ya bi ewle hebe. Em ji kesî sedeqeyê naxwazin."
 
'BILA MEAŞÊ HERÎ KÊM 2 HEZAR LÎRE BE'
 
Endamê Emeklî-Sena DÎSK'ê Selahatîn Sert (58) jî bi karekî din debara xwe dike. Sert da zanîn ku divê herî kêm 2 hezar lîre meaş bidin kesên teqawîtbûyî û ev tişt anî ziman: "Ji bo mafê jîngeh, pereyê rê û bi rêk û pêk debara xwe kirin, divê herî kêm 2 hezar lîre bidin kesên teqawîtbûyî. Li Yewnanîstanê meaşê herî kêm ê kesên teqawîtbûyî 4 hezar lîre ye. Ev meaşê herî zêde ye. Îro bi hezaran kesên teqawîtbûyî malên wan tune ne û li gel hemû pirsgirêkan jî dixebitin. Welatiyên teqawîtbûyî neçar in bixebitin, ji ber ku meaşê wan hezar û 400 lîre ye."
 
MA / Metîn Yoksu