Heqê wan ne meaşê kêmtirîn e jî!

img

AMED -Karkerên li hala zebzeyan dixebitin, anîn ziman ku ew di şert û mercên nebaş de dixebitin û bi serde meaşê ku ew distînin ne meaşê kêmtirîn e jî. 

Tirkiye di warê şert û mercên kar ên neguncan de di rêzên ewilîn de cih digire. Karkerên ku ji neçarî di şert û mercên nebaş de bêyî sîgorte dixebitin, gelek ji wan meaşê kêmtirîn (asgarî) jî nastînin. Hin ji van karkeran jî karkerên Hala Zebzeyan a Amedê ne. Karkerên halê saet di 03.00'yê sibehê de dest bi kar dikin û bêyî ku ewlehiyeke wan a sosyal hebe bênavber 12 saetan dixebitin. Aslan Yılmaz (46) anî ziman ku nêzî 25 salan e ew li Hala Zebzeyan a Amedê dixebite û wiha şert û mercên zehmet ên kar rêz kirin: "Em bêyî sîgorte tên xebitandin. Ez li Enqereyê geriyam, min ev rewş ragihand wezaretê. Ji min navê patron û navnîşana wî xwestin. Min jî got ne hewceye ez navê wî bidim, heke hûn bên halê jixwe hûn ê bibînin ku hemû karker bê sîgorte tên xebitandin. Kesek nehat. Niha dema ez vî malê dadixim û bikevim wê çi bibe? Ne sîgorte ne jî ewlehiyeke sosyal tu tişt tune ye. Wê zar û zêçên min li ortê bimînin." 
 
'KARKERÊ 20 SALAN NIKARE ROJEKÊ JÎ DESTÛRÊ BI KAR BÎNE' 
 
Yilmaz, anî ziman ku meaşê wan pir kêm e û ev nêzî 15 sal in hema bêje meaşê wan nehatiye zêdekirin. Yilmaz got ku ew debara malbata xwe ya 7 kulfetî dike û ev tişt gotin: "5 zarokên min hene. Ji ber nikarim debarê bikim kurê min dev ji dibistanê berda û li cem min dixebite. Di sala 2000'î de dema li marketê dixebitîm min qeyda xwe ya sîgorteyê kir, lê niha nikarim heqê wê bidim. Kirê zaf zêde ne. Pereyê ku ji vir werdigirim piranî jê didim heqê kirê. Ez bi meaşê kêmtirîn jî razî me, lê ew jî tune ye. 20 sal in li vê halê dixebitim lê hîn min rojekê jî destûra salane bi kar neaniye. Tu mafekî me tune ye." 
 
Kenan Evrem (34) ku 7 sal in dixebite balê kişand ser sozên siyasetmedarên ku di serdemên hilbijartinan de didin û wiha got: "Di serdemên hilbijartinan de tên dibêjin em ê hemû pirsgirêkên we çareser bikin. Hilbijartin diqede, diçin Enqereyê rûdinên. Tu tiştî jî nakin. Em ji sibehê heta êvarî jehrî dibin. Li vir em sobeyê vêdixin û hewl didin xwe germ bikin. Êdî mirov nikare li bajêr îdare bike. Piştî 7'ê êvarî mirov nikare ji ber wesayîtên polîsan di kuçeyan re derbas bibe. Êdî em diqilqilin ka em ji malê derkevin an na. Li Tirkiyeyê çi qas malê bêqîmet hebin hemûyan dişînin Hala Amedê. Jixwe bi çavekî mirovên dera han li mirovên me dinerin. Wê ev heta kuderê bidome nizanim." 
 
‘EM NIKARIN MEAŞÊ KÊMTIRÎN JÎ BISTÎNIN' 
 
Evrem diyar kir ku krîza aborî heye û wiha domand: "Serokomar her roj dibêje aborî super e, lê tu tiştekî ku bandorê li me bike tune ye. Qaşo mizgîniyê dide û dibêje serê ferdekî dahata netewî 11 hezar Dolar e, lê em meaşê kêmtirîn hezar û 404 lîreyî jî nastînin. Heke kamyonek mal bê, dema em dadixin 50 lîre ye. Ger em bi vî pereyî razî nebin em ê nikaribin tiştekî jî bikin. Dibêjin nan zem nexwariye, lê nabêjin me nan ji 400 gramî daxistiye 200 gramî." 
 
Evrem balê kişand ser meaşê parlementeran û wiha bertek nîşan da: "Li meclîsê parlementerê qet naaxve jî 22 hezar lîre meaş werdigire. Tu deng didiyê û dişînî Meclîsê, lê wî/ê jî digirin û dixin girtîgehê. Êdî parlementerekî ku em derdê xwe jî jê re bêjin tune ye. Ne sîgorta heye ne jî tiştekî din. Em emanetî Xwedê dijîn." 
 
Nîzamettîn Eşme (35) diyar kir ku 20 sal in ew dixebite. Eşme got ku pereyê ku ew ji halê bi dest dixin êdî têra debara wan nake û ev tişt gotin: "Bi trîliyonan dilîzin, lê belê çav berdan 10 lîreyê hemalan. 20 sal in rojekê tenê jî sîgorteya min nehatiye razandin. Her tişt zem dixwe, lê meaşê hemal zemê naxwe. Heke em rojekê destûrê bi kar bînin wê jî ji meaşê me dikujin. Roj heye em 24 saetan dixebitin."