Di sektora înşeatê de krîzeke nebinavkirî

img

AMED - Ji ber bêqîmetbûyîna TL, di sektora înşeatê de jî sinyalên krîzê xwe didin der. 

Ji ber polîtîkaya derve ya îktîdaarê her diçe TL li hemberî Dolar bêqîmet dibe û ji ber vê di sektora înşeatê de jî sinyalên krîzê xwe didin der. Buhayên amûrên înşeatê zêde dibin, pêldariya di dowîz û aboriyê de rê li ber kêmbûna daxwazê vedike. Mîmar Arîf Îpek der barê vê rewşê de axivî û got ku merheleya piştî sinyalan îflas e. Îpek, dest nîşan kir ku dema mirov bertengiya sektorê ya niha û salên berê berawirdî hevdu dike rewşeke cuda xwe dide der û wiha got: "Li Amedê di sala 2016'an de qada înşeatê li dor 2 milyon û 160 hezar metrekareyê bû. Lê ev yek îsal daket milyon û 400 metrekareyî. Yanî îsal sektor ji sedî 18 bi paş ve çûye. Dema em berawirdî ya 2015'an bikin ev ji sedî 27 berteng bûye. Di hejmara projeyan de jî bertengiyeke ji sedî 40 xwe daye der." 
 
Îpek, dest nîşan kir ku bi bertengiyê re bi awayekî zêde buhayên malzemeyan jî zêde bûye. Îpek dest nîşan kir ku dema ew liv û tevgera di malzemeyn înşeatê ya sala çûyîn û niha berawirdî hevdu dikin, zêdebûneke ji sedî 19 xwe dide der û bi taybetî jî hesin ji sedî 50 buha bûye. Îpek dest nîşan kir ku darbeya mezin jî ji ber buhayên hesin e û heke ev zêdebûna di buhayên hesin de bidome dê krîz kûrtir bibe. 
 
‘WÊ KRÎZ BIBE SEDEMA BETALIYÊ' 
 
Îpek anî ziman ku di sektora înşeatê de krîzeke ku hîn nav lê nehatiye kirin xwe dide der û wiha got: "Wê ev krîz herî zêde bandorê li sektora înşaetê û 200 sektorên girêdayî wê bike. Dema mirov li îstihdama vê sektorê ya ji bo herêmê dinere, wê betalî zêde bibe." Îpek diyar kir ku krîz di sektoraa xeyrîmenkûl û avaniyê de jî xwe dide der û bi taybetî di vê sala dawî de firotina xeyrîmenkûlan kêm bûye û ev yek muteahîtan ditirsîne. Îpek, got ku ji ber vê atmosfera krîzî muteahîd nêzî projeyên nû nabin û bi temkîn tev digerin.