Hawara seyarfiroşekî: Kes bi halê kesî nizane

img

WAN –  Seyarfiroş Selîm Oktay ê bi karê seyarfiroşiyê debara malbata xwe dike bertek nîşanî tundiya zabitayên şaredariyê dan û wiha got: "Kes bi halê kesî nizane. Kes napirse 'ka li mala te tiştekî xwarinê heye yan na?'" 

Li Taxa Şerefiyê ya Navçeya Riya Armûşê seyarfiroşê 53 salî Selîm Oktay, ji destê tundî û zextên zabiteyan nizane dê çi bike. Zabiteyan di mehekê de du caran qapana desteser kir. Oktay, li dijî vê helwesta zabiteyan kir qerîn û hawar û diyar kir ku ew bi karê seyarfiroşiyê debara malbata xwe dike. Oktay, anî ziman ku her qapanek wî bi 85 TL'yî ye û ji ber zabiteyan 2 qapanên wî desteser kirin bi 170 lîreyî xisiriye. Oktay, diyar kir ku ji bo heqê 2 qapanan derxe divê herî kêm 114 kîlo kartol û pîvaz bifroşe û wiha got: "Ji ber kar tune û ez betal im vî karî dikim. Her dem zabite tên mudaxale dikin û firotinê asteng dikin. Kes napirse û nabêje 'ka li mala te tiştekî xwarinê heye yan na?' Kes bi halê kesî nizane. Zilmê dikin. Xwedê ji vê zilmê qebûl nake. Di mehekê de 2 qapanên min desteser kirin. Ger ku ez vî karî nekim dê zarokên min ji birçînan bimirin. 
 
MIROV DIKARE BI 9 LÎREYÎ DEBARA MALBATEKÊ BIKE? 
 
Oktay, îsyan û hawara xwe bi van gotinan anî ziman: "Mirov ji birçînan dimirin. Xwarin li mal tune ye. Duh min tenê 6 kîs kartol firotin. Min tenê 9 lîre qezenç kir. Mirov çawa dikare bi 9 lîreyî debara malekê bike. Ez heqê xwe li yên ku zilmê dikin helal nakim. Ne kar heye ne jî debar heye. Em neçar in ku bi karê seyarfiroşiyê debara xwe bikin. Em bi ked û xwêdana xwe debara xwe dikin, lê nahêlin."