Eleqeya ji bo şelwar jî kêm bû: Em bi zirarê difiroşin

img

EDENE - Ensafan diyar kir ku êdî şelwar, êleg û şewqeya 8 koşeyî yên aîdî Edeneyê jî nayên tercîhkirin û ji ber nebûna kar ew bi zirarê difiroşin. 

Şelwar û şewqeyên 8 koşeyî yên demekê bivênevêyên Edeneyê bûn, niha nayên tercîhkirin. Herî zêde havînê daxwaza ji bo şelwaran heye, lê belê di zivistanê de hema bêje kes tercîh nake. Cevahîr Sûbakan ku li Çarşiya Buyuksaatê ya dîrokî şelwar, êleg û şewqeyên 8 koşeyî didirû wiha got: "Lixwekirina şelwar pir rihet e. Ji ber vê herî zêde cotkar tercîh dikin. Havînan kêm be jî hinekî kar dibe, lê zivistanan qet." Sûbakan, diyar kir ku bi taybetî jî di demên dawî de eleqeya ji bo şelwar jî kêm dibe û ev tişt gotin: "Herî zêde extiyar û cotkar li xwe dikin. Her wiha ji bo lîstikên gelêrî tên kirîn. Di demên dawî de hin mirovên me yên li derveyî welêt tên şelwar, sako û şewqeya 8 koşeyî yên Edeneyê dikirin."
 
Sûbakan, diyar kir ku ew di çend saetan de şelwarekî didirûn û maliyeta şelwarekî 20 lîre ye. Sûbakan, got ku ji ber nebûna kar ew şelwar bi zirarê difiroşin. Sûbakan anî ziman ku ciwan kincên modern tercîh dikin û niha her diçe şelwarê Edeneyê jî winda dibe.