Temellî: Krîzê aborî zêdetir bandorê li kedkarên kurd û tirk dike

img

ENQERE - Berpirsiyarê qada aborî û Alîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiye û destnîşan kir ku krîza aborî herî zêde bandorê li kedkarên kurd û tirk dike. 

 
Alîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê yê ji Aboriyê Berpirsiyar Sezaî Temellî, bal kişand ser rewşa aborî ya Tirkiye. Temellî, diyar kir ku îro hemû nîşaneyên krîza aborî li Tirkiye xwe didin der û li her derê sînyalên krîzê hene. Temellî, anî ziman ku zêdebûna qîmeta buhayê pereyên biyanî ya li hemberî TL, zêdebûna faîzê, zêdebûna enflasyonê, zêdebûna betalî û xizaniyê nîşan dide ku li Tirkiye krîza aborî zêde bûye. 
 
SEDEMA KRÎZA ABORÎ KRÎZA SIYASÎ YE
 
Temellî, destnîşan kir ku li Tirkiye sedema krîza aborî çavkaniya xwe ji krîza siyasî digire û wiha got: "Ji ber ku hikûmet dixwaze îktîdara yekperest û yek deng ava bike hemû çavkaniyên aboriyê ji bo berjewendiyên xwe dixe meriyetê. Sedema krîzê rêveberiya siyasî ye. Hemu çavkaniyên aborî tenê ji bo hin derdoran tê xerçkirin û talankirin. 
 
Temellî, destnişan kir ku di krîza aborî de heri zêde kedkarên kurd û kedkarên tirk dikevin bin bandora neyînî û wiha got: "Hemû encama krîzê dixwazin ji pişta gelê kurd û tirk derxin. Çima gelê kurd? Ji bo rejîm karibe li ser piyan raweste xeta nijadperestiyê kûr dike. Ev aqilê siyasî krîzan kûr dike. Civakê dike du perçe û di navbera perçeyên civakê de rageşiyê pêş dixe. Ji bo piştgiriya aliyekî xurt bike, gelê kurd wekî dijmin nîşan dide. Kirîza li Tirkiye li bajarên herêmê û li Bajarên rojava yên Tirkiye wekî hev bandora xwe nadin nîşan. 
Dema ku em li lêçûn û hatina mirovan binerin em dibînin ku li rojava û rojhilatê Tirkiye rewş ne wekî hev e. Kî dîkare zêde bikire di navbera herêman de tê guhertin. Herî zêde gelê kurd û kedkarên kurd dikevin bin bandora vê krîza aborî." 
 
Li bajarê kurdan esnaf mexdûr e. Li bajarê herêmê tenê razemeniya şer tê kirin. Hatina neteweyî li Şirnexê 300, li Stenbolê 100 hezar dolar e. Li Tirkiye serê kesekî hatina neteweyî 10 hezar dolar e. Li Şirnexê serê kesekî hatina neteweyî 300 dolar, li Stenbolê 100 hezar dolar e ev her tiştî nîşan dide. 
 
Selman Güzelyüz