Dadgehê li Êlihê cuda li Eskîşehîrê cuda biryar da

img

ÊLIH – Endamên Egîtîm Sen'a Êlihê yên tev li çalakiya "Em dê li dijî şer aştiyê biparêzin" bûn, meheneyên wan ji 1/30 hat birîn. Endamên mafê wan hat xwarin, serî li dadgeha bilind dan. Dadgehekê çalakî wekî xebatên sendîkayî dît û kedkar mafdar dît. Dadgehek din jî ceza parast û wekî “pêdiviyên civaki yên mecbûrî" nirxand. 

 
Endamên Şaxa Egîtîm Senê di 29'ê kanûna 2015'an de li ser biryara giştî tev li çalakiya “Em dê li dijî şer aştiyê biparêzin" bûn. Ji ber vê çalakiyê der barê Endamên Egîtîm Sen'ê de lêpirsîna îdarî hat vekirin. Piştî lêpirsînê der barê endamên Egîtîm Sen'ê yên tev li çalakiyê bûn de ji 1/30 mehaneya wan hat birîn. Endamên mafê wan hat xwarin, serî li dadgeha bilind dan. Dadgehekê çalakî wekî xebatên sendîkayî dît û kedkar mafdar dît. Dadgehek din jî ceza parast û wekî “pêdiviyên civaki yên mecbûrî" nirxand. 
 
500 Endamên Egîtîm Senê serî li 2'emin Dadgeha Îdarî ya Êlihê dan. Ji vana der barê 114'an de doz bi encam bû û biryar hat dayîn. Dadgehê cezayê hatiye birîn wekî  “pêdiviya civakî ya mecbîrî" nirxand. 
 
Kedkarê perwerdehiyê ku li Êlihê tev li çalakiyê bûbû, piştî tayîna wî derket Eskişehirê û li 1'emîn Dadgeha Îdarî ya Eskîşehîrê ceza îtîrz kir; Dadgeha Îdarî ya Eskîşehîrê dijberî biryara dadgeha Êlihê ceza xera kir û çalakî wekî xebatek sendîkayî pênase kir. 
 
MA / Rıfat Şahin