‘15 salin bêsîgorta dixebite’

img

AYDIN - Rukiye Suren a ji ber êrîşên dewletê ji navçeya Nisêbînê koçî Germencîkê kir, ji bo debara malê bike û zarokên xwe xwedî bike ji karê zeviyên bigire heya paqijiya malan 15 salin kar dike. Suren, destnişan kir ku keda wê zêde nayê ditin û 15 salên bêsîgorta dixebite û wiha got: "Têkoşîna min dê bidome." 

 
Dayîka sê zarokan Rukiye Suren a 46 salî ji ber êrîşên dewletê yên di sala 1994’an de ji navçeya Nisêbîna Mêrdînê koçî navçeya Germencîka Aydinê dike. Suren hem mîna jinekê û hem hî mîna kurdekê rastî gelek zoriyan tê û di karên cuda yên 15 salî de bêsîgorte xebitî.  Birayê Suren Îbrahîn ê biçûk di sala 94’an de ji aliyê Hizbullah ve tê kuştin û ji ber polîtîkayên dewletê yên êrîşkar neçar dimîne bi malbata xwe re penaber bibin. Suren, diyar kir ku bi vê re êrîş bi dawî nabin û wiha axivî: “Hevjînê min Şerîf ji ber nasnameya xwe ya siyasî 3 caran  ket girtîgehê û hat berdan. Ji bo ku li zarokên xwe mêze bikim, di zeviyan de xebitîm. Li dijî polîtîkayên êrîş û feqîrkirinê bi nasnameya jinê min tim li ber xwe da. Li dijî hemû zoriyan bi tena serê xwe min li ber xwe da.”
 
‘XEPAR, PEMBÛ, HÊJÎR…’ 
 
Suren, anî ziman ku dinava zeviyên xepar, pembû û hêjîran de 15 salan xebitî. Suren, danîn ku di hemû karan de bêsîgorte xebitim û wiha domand: “Ji bo zarokên xwe bidim xwendin, di gelek karan de xebitîm. Di karê paqijiyê de bi 30 TL xebitîm. Min zarokên xwe dan xwendin û wan mêze kir. Hevjînê min gava girtî bû min li wî jî mêze kir. Ji necarî bi tena serê xwe xebitîm. Dinavbera girtîgehê, mal û karde çûyîn û hatin pir zor bû. Niha di fabrîqeyeke beşa paket kirina hêjîran de dixebitim. Bêsîgorta dixebitim. Ewlekariya canê min tuneye. Dema pirgirêkin tenduristiyê dijîm, nikarim biçim nexweşxanê. Hevjînê min berê 12 salan di fabrîqeyekê de bêsîgorta xebitî. Ji ber vê yekê emekdar nebû.”  
 
‘EV ŞERMA DEWLETÊ YE’ 
 
Suren, destnîşan kir ku xebata bêewlekarî şerma dewletê ye û wiha bi dawî kir: “Rayedarên dewletê di demên dawî de gelek tiştan li ser jinan dibêjin. Gelo dewlet rojekê hat ket malên feqîran û rewşa wan pirsîn? Li cihê lê rûdine behsa polîtîkayên malbatê dike. Xebitîn ne şerme, jin dikarin hemû karî bikin, lê heya niha bêsîgorte em hatin xebitandin. Ev jî şerma dewletê ye. Temenê me mezin bûye, êdî em nikarin bibin emekdar jî. Ez tenê dixwazim aştî û huzur were welat.”