Qirîza aborî kûr dibe û esnafên Wanê zerar dikin

img

WAN – Esnafên Hala Sebze û Fêkiyan a Wanê dan zanîn ku bi bihabûna sotemeniyê re maliyeta wan gelek biha bûye û ji ber zemên tên kirin li ser welatiyan tê kirin ew jî nikarin fêkî û zebzeyên di destên xwe de bifiroşin.

Kûrbûna qirîza abroî li ser her esnaf û her welatiyî bandorek neyînî dike. Bi taybetî li bajarên herêmê qirîza aborî bêtir bandora xwe li ser civak û esnafan dike. Esnafên Hala Sezbze û Fêkiyan a Wanê diyar kirin ku qirîza aborî bi giranî li ser wan bandorê dike û hilberînên tînin halê jî bi zerarê difiroşin. 
 
'EM MIŞTERIYAN NABÎNIN’
 
Ji esnafên halê Îdrîs Kirmizi destnîşan kir ku 6 kîlo tivir bi 2 lîreyan distînin dema ew mesref û lêçûyînê jî datînin serê bi 5 lîreyan difiroşin û lê êdî ew hatine wê merhaheleyê nikarin mişteriyan jî bibînin. Kirmizi anî ziman ku hilberîner jî bi zerar malê xwe difiroşe û hêza welatiyan a sitendina hilberînan êdî nemaye.
 
KAR TUNE YE’
 
Talîp Ozer jî diyar kir ku 30 salê wî ye li Halê esnafiyê dike û ji ber qirîza aborî kare wan qet nabe û zêde bandorek mezin li ser wan dike. Ozer da zanîn ku kes nayê halê hilberînek jî bazar nake û got: “Roj rojna liv û tevgerek çêdibe lê ew jî feyde nake. Ji ber vê qirîza aborî kes nayê dan û sitendinê nake. Fêkî û sebzeyên em dikirin biha ne û dema zemên sotemeniyê jî li ser vê yekê tê zêdekirin kare wan ji binî sekiniye.”
 
 
'ZEMA LI SER MAZOTÊ NEQLIYA BIHA KIR’ 
 
Komîsyonvan Ahmet Aladag jî anî ziman ku zemkirina sotemeniyê bandorê li ser karêe neqliyeyê jî kiriye û wiha got: “Lîtreyek mazotê derketiye 4 lîre û 80 qirûşî. Çûyîn û hatina kamyonekê herî kêm bi 5 hezarî li ser me dibe zerar. Berê naqliyeya nav bajêr erzan bû lê ji ber mazot biha bû bihayê neqliyeyê jî ji sedî 50 zêde bû. Havînê zebeşan tînim û zivistanê jî ji herêma Hatayê mandalina tînim. Bere dema kamyon diçûn van bajaran bi 3 hezar TL’yî diçûn û dihatin. Lê niha ez 4 hezar TL didin heqê mazotê. Dema bihayê naqliyeyê biha dibe vê carê jî hilberîn biha dibin. Fêkî û zebzeyên em distînin divê em di heman rojê de jî bifiroşin. Em bi zerarê difiroşin. Ev ne zexîreye ku em veşêrin jî.” 
 
'BANDORÊ LI SER ME JÎ DIKE’ 
 
Nezîr Yeşîl yê ku 26 sal e li Halê hemaliyê dike jî got ku qirîza herî mezin li ser wan bandorê dike û ji ber dewlet her roj zemê dike êdî hatiye wê astê ku kes nikare bijî û rojane qezenca wan jî tenê mesrefê wan malê derdixe.
 
‘LI HER DEVERÊ QIRÎZ HEYE’ 
 
Esnafê Halê Fahrî Borak jî destnîşan kir ku her diçe şert û mercên jiyanê zehemt dibin û got: “Ji ber maliyet biha dibe kes nikare tiştekî bikire. Dema gel tiştekî nestîne em jî nikarin kar bikin. Em ji hêla Mêrsîn û Antalya hilberînan distînin û tînin. Li her devera Tirkiyeyê qirîza aborî heye. 10 sal beriya niha şert û mercên jiyanê ji yên niha hêsantir bûn. Lê niha êdî em nikarin mal bikirin.”