Qedexeyên zozanan sewalkarî qedand

img

COLEMÊRG - Li Colemêrgê qedexeyên du salên dawî yên li  ser zozanên herêmê yên herî bi bereket, sewalkarî qedand. Li bajêr ji ber tunebûna giha, ka û êmê sewalan, xwediyên sewalan yek bi yek sewalên xwe difiroşin.  

Bi salane li herêmê qedexeyên li zozan û mêrgan didomin. Ji ber polîtîkayên “Guştê hawirde” ên di dema dawî de hikûmetê kir pratîkê, karê xwedîkirina  sewalan ber bi qedandinê ve anî. Nazim Yîgît ê 15 salin li goma Kêrîser a gundê Dêzê ya girêdayî Colemergê sewalkariya dewaran dike, diyar kir ku ji ber polîtîkayên hikûmetê yên li herêmê, neçar ma ku dest ji sewalkariyê ber de. 
 
Yîgît, anî ziman ku pêkanînên hikûmetê karê sewalkariyê baş nake, berevajî asteng dike û wiha  axivî: “Hêdî hêdî em îflas dikin. Gever û Colemêrg herêma sewalkariyê ye, lê ji ber qedexeyên heyî em nikarin sewalkariyê bikin. Li Colemêrgê ne fabrîqe û ne jî qadekê ku em lê bixebitin hene. Hema bêje piraniya herêmê qedexe kirine û êdî kes nikare sewalên xwe xwedî bikin.”
 
'LI SER SERÊ ME TIM SÎHA Û ÎHA DIFIRIN'
 
Yîgît, da zanîn ku tu ewlekariya jiyana wan tune ye û wiha bilêv kir: “Dewletê gelek herêm qedexe kirin. Qadên ku mane leşker bi cih kirin. Li ser serê me tim ÎHA û SÎHA difirin û digerin. Sala bûrî min 120  dewar firotin. Ji ber ku cihekê ku dewarên xwe lê biçerim min nedît, heya mehekê min dewarên xwe birin herêma Oledarî ku tişt lê tune ye. Di salên bûrî de 20-30 garanên me hebûn, lê niha tenê 3 garanên me hene.” 
 
‘HER ROJ EM TALOKEYA MIRINÊ DIJÎN’
 
Yîgît, da zanîn ku bi zorê ew ji şivanan re xarinê dibin û wiha  bilêv kir: “Em her roj bi mirinê re rû bi rû dimîn in. Operasyon û herêmên ewlekariyê yên di nava salekê de jiyan, em xistin nava zor û zehmetiyek mezin. Polîtîkayên ‘Guştê hawirde’ ên di rojên dawî de hikûmetê kir pratîkê, bandoreke mezin li ser me kir. Ligel hemû zor û zehmetiyan em çotkariyê dikin. Piştî polîtîkayên hikûmetê yên guştê hawirde ket pratîkê, kesekê guşt ji me nekirîn. Me jî hemû dewarên di destên xwe de firotin.” 
 
‘ÊDÎ EM Ê SEWALKARÎ NEKIN’
 
Yîgît, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Sala bûrî li herêmê ji 200’î zêdetir sewalkarî hebûn, lê îsal nêzî 15 sewalkaran mena. Ji ber polîtîkayên ewlekariya Dewletê dewarên di destên me, me hemû firotin û em nafikirin ku careke din bikirin. Niha bi kêm kes sewalkariyê dikin. Sala bê dê ew jî dest ji vî karî berdin. Hemû cih qedexe kirin. Gelo em dewaran bikirin me bibin ku derê biçêrin?”  
 
‘BUHAYÊ KA PIR ZÊDE BÛ YE’
 
Yîgît, destnîşan kir ku ji ber qedexeyên heyî, buhayê gîha û kayê zêde bûn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li zozanên herêma Dêzê salê me 30 hezar qevdên gîha diçîn in. Li zozanên Spîxane jî 20-30 hezar qevdên gîha dihat çinîn. Gîhayên li vir dihatin çînin têra hemû dewarên herêma Colemêrgê dikirin. Lê îsal ji ber qedexeyan me nekarî em gîha biçînin. Niha kes nikare bikeve gelek zozan û mêrgên herêmê. Ji ber vê yekê bûhayê gîha derket 300 TL’î.  Êdî ka jî bi dest mirovan nakeve.”