Karkerên zeviyên pembû zarok in

img

AMED – Karker li gel hewa sar jî li zeviyên pembû bê ewlehiya kar dixebitin û bi hêviya ku karek baştir ji xwe re bibînin kardikin. Bi piraniya karkeran ji zarokan pêk tê. 

Berhevkirina li zeviyên pembû xelas dibe. Li gel barîna baranê û hewa sar dibe xebitandina nav zeviyên pembû jî giran dibe. Cotkar ketiye derdê xelaskirina berhevkirina pembû û barê herî giran jî karkerên çandiniyê hildidin. Karker di saetên serê sibê yên zû de derdikevin rê û berê xwe didin nav zeviyên pembû û heta saetên êvarê bêwestan pembû kom dikin. Karker ji bo berhevkirina pembû ji navçeya Siwêregê derdikevin rê û tên nav zeviyên Erxenê û di bin şertên herî dijwar de dixebitin. Karker bêyî ewlehiya kar dixebitin û li gorî kîloyan heqdestên xwe digirin. Karker bi hêviya ku ji xwe re karek bêtir baş bibînin dixebitin. 
 
Yek ji pirsgirêkên girîng ên Tirkiyeyê jî ew e ku karkerên zarok hene û li nav zeviyan dixebitin. Li nav zeviyên pembû yên ewil bala mirovan dikişînin zarok in. Ji nêvî bêtir karkerên zarok li nav zeviyan dixebitin. Zarokên karker li şûna li dibistanan ders bibînin lê li nav zeviyên pembû karkeriyê dikin. 
 
‘SAR E LÊ WEK DIN ÇAREYA ME TUNE YE’ 
 
Karkerê 12 salî yê bi navê Bayram Taş destnîşan kir ku serê sibê ew saet 05.00’an de ji malê derdikevin û piştî saetek rê digîhîjin nav zeviyê û dest bi kar dikin. Taş diyar kir ku rojê 150 kîlo pembû berhev dike û got: “Ez bi vî pereyî mesrefê xwe yên dibistanê derdixim. Nava hefteyê diçim dibistanê û her du rojên dawiya hefteyê jî têm dixebitim. Ez û xwişka xwe tên vir. Em pereyê xwe mehane distînin. Her çiqas sar be jî lê wek din çareya me tune ye.” 
 
‘SERÊ SIBÊ HETA ÊVARÊ EM PIŞT XWARKIRÎ DIXEBITIN’ 
 
Muhammed Kesîk ê 24 salî ku li gel hevjîna xwe li zeviyê dixebite jî wiha got: “Em ji destê tunebûnê li vir dixebitin. Ji bo debarê karek din tune ye. Piştî pembû xelas bibe ez ê biçim Stenbolê û kartonan kom bikim. Ewil piştî berhevkirina pembû me sewalkariyê dikir û me pê debara xwe dikir. Lê niha êdî qeweta me ku em sewalan xwedî bikin tune ye. Ez û hevjîna xwe rojê derdora 70-80 lîreyî qezenc dikin. Ji serê sibê heta êvarê serê me pêlkirî em dixebitin. Lê wek din tiştek em bikin tune ye. Kesîk destnîşan kir ku daxwaza wan ew e ku di karekî baş de bixebitin. 
 
JI BO KAR DEV JI DIBISTANÊ BERDA 
 
Sedat Kesîk ê 15 salî jî ji bo kar bike dev ji dibistanê berdaye û got: “Li gel hewa sar ji bilî berhevkirina pembû karek em bikin tune ye. Her roj bêwestan em dixebitin. Di nav rojê de tenê em navbera xwarin û çayê didin kar. Bi saetan pişta me xwarkirî dixebitin. Ji ber pişta me her tim xwarkiriye em ji pişta xwe aciziyê dikişînin. Ez û xwişka xwe dixebitin. Bavê min jî li Enqereyê karkeriya berhevkirina kartonan dike.” 
 
MA / Rifat Şahîn – Devran Toptaş