Karkerên çalakger: Oboriya wezîran baş e lê ya me?

img

STENBOL - Hin karkerên ku endamên sendîkayê bûn ji kar hatin avêtin, aşkera kirin ku aboriya welat her roj xirabtir dibe û wiha gotin: "Wezîr her dem îdia dikin ku aborî baş e. Rast e, aborî baş e, lê li gorî bêrîka wan baş e, ji bo me rewş li holê ye."

Krîza aborî ya li Tirkiyeyê her ku diçe kûr dibe. Ev jî bandoreke xirab li ser civakê dike. Yên herî zêde ji krîzê bandor dibin karker in. Karkerên ji kar hatin avêtin ji bo vegerin karên xwe di çalakiyê de ne. Karkeran aşkera kirin ku fatûreya krîza aborî ya li Tirkiyeyê li karkeran tê birîn.
 
'ABORÎ BAŞ BÛYA EM NE LI VIR BÛN'
 
Karkerên ku endamên Sendîkaya Karkerên Hemû Barkêşiyê (TUMTÎS) bûn, ji kar hatin avêtin. Ji wan karkerê yek jî Sînan Tursun e û li Ber Miduryeta Giştî ya DHL Expressê di çalakiyê de ne. Karkeran da zanîn ku ew di 23'yê Kanûna 2016'an de ji kar hatin derxistin.
 
Tursun destnîşan kir ku çalakiya wan 134 roj e dewam dike, piştrast kir ku aboriya Tirkiyeyê qet nebaş e. Tursun diyar kir ku dixwazin vê aboriya xirab wekî baş bidin nîşan û wiha got: "Heke aborî baş bûya, em li vir nediketin berxwedanê. Heke aborî baş bûya, dê bi milyonan mirov bê kar nebûya. Heke aborî baş e an ne baş e, bila ji kerema xwe re li heqdestiya asgarî mêze bikin. Dê wê demê bibînin."
 
'EM NIKARIN DERKEVIN BAZARÊ'
 
Tursun bi lêv kir ku heta çend roj berê jî bi hezar û 400 lîreyî hateya bê kariyê debara xwe dikirin, niha ew hateya bê kariyê jî qut kirine û wiha axivî: "Ez 5 salan li vir xebitîm û bi hezaran kesên di rewşa min de hene. Hûn bi salan dixebitin û dawiya dawî di fona bê kariyê de meaşên we tên qutkirin. Hûn nikarin vê heqê hatiye qutkirin bigirin. Min hezar û 400 lîre meaşê bê kariyê digirt, bi hezaran karker 700 lîre digirtin. Meaşên me yê bê kariyê wekî teşwîq didin karmendan. Ev tiştên ez dibêjin rewşa aboriyê çiqas xirab e radixe ber çavan." Tursun anî ziman ku li Tirkiyeyê polîtîkaya aboriyê wekî zem li ser gel de tê û ev tişt got: "Ji ber ku goşt, fêkî û zebze girêdayî derve ye, dema dolar û ewro zêde dibe, kes nikare biçe bazarê. Em jî nikarin biçin bazarê."
 
‘HERÎ DAWÎ ME KÊNGÎ GOŞT XWAR NIZANIM’ 
 
Karkerên Kod-A Bîlîşîm A.Ş'yê ji ber ku endamên Sendîkaya Karkerên Hunerên Xweşik û Kooperatîf, Bazirganî, Buro, Perwerde, Sîgorteya Civakî ya Tirkiyeyê bûn (SOSYAL-ÎŞ), ji kar hatin avêtin. Karkerên vê sendîkayê jî li ber Miduryeta Giştî ya Telekoma Tirk a li Guneşliyê i grevê de ne. Karkerê Kod-A Bîlîşîm A.Ş'yê Tugay Bungor, da zanîn ku çalakiya wan 56 roj e dewam dike. Gungor diyar kir ku aborî ji ber ku xirab e ew bê kar mane û ev tişt anî ziman: "Dema em dixebitîn me heqdestiya astgarî digirt. Ev meaşê ku me digirt hemû diçû rê û xwarinê, me jî biryar da em bibin endamê sendîkayê. Piştre em ji kar derxistin. Li Stenbolê mala herî xirab kirê 800 lîre ye. Dîsa fatûre hene. Kesek bi tena serê xwe 500 lîre mesrefa wî/ê heye. Em ê çi bixwin, çi bikin. Bi vê berxwedanê re jî diyar dibe ku aborî çiqas xirab e." 
 
'BÊRÎKA WEZÎRAN GER E'
 
Karkerên di Fabrîqeya Çêkirina Kîmyawî ya Akkîmê ya li Hadimkoya Stenbolê de dixebitîn, ji ber ku enddamên Sendîkaya Karkerên Lastîk Petrol ya Tirkiyeyê (Petrol Îş) bûn, ji kar hatin avêtin. Çalakiya karkeran 120 roj li dû xwe hişt. Karkerê bi navê Ahmet Turan bavê 3 zarokan e û aşkera kir ku ew 2 zarokên xwe dide xwendin. Turan destnîşan kir ku ji bo aboriya malbatê baş be, divê xebateke wan hebe û ev nirxandin kir: "Wezîr her dem daxuyaniyan didin û dibêjin aborî baş e. Rast e ez jî tev li wan dibim. Aborî gelekî baş e; lê ji ber ku bêrîka wan germ e, ji bo wan baş e, ji bo me rewş e."
 
MA / Metîn Yoksu