Êdî Çarşiya Sifir xalî ye

img

RIHA - Li Çarşiya Sefaran ku dengê çakûçan tim li dihat, êdî ew deng pir nayê bihîstin. Yek ji hosteyên vê çarşiyê Halîl Çalişir, got: "Berê mirov ji deng nikaribû di vira re derbas bibe. Lê çend sal şûnde em ê vî dengî nebihîsin." 

Li Çarşiya Sefaran a navçeya Eyyûbiye ya Rihayê, êdî wek berê dengê çakûçan nayê bihîstin. Piştî pêşketina teknolojiyê piraniya esnafên çarşiyê dikanê xwe girtine. Berê li vê çarşiyê 80 sefar hebûn, lê niha tenê 3 heb mane. 
 
Yek ji van hosteyan Halîl Çalişir (58) û Mehmet Çîrkîn, bal kişandin ser pirsgirêkên bi wan re rû bi rû dimînin. 
 
Halîl Çalişir, bilêv kir ku ew ji kalê xwe hîn bûye. Çalişir, diyar kir ku di salên 1970'yî de piştî çêkirina alavên malê de metalên wekî elemiyon û krom hatin bikaranaîn, her çû sefraî bêqîmet bû. Çalişir, anî ziman ku bi vê re hin hosteyan dev ji vî karî berdaye. Çalişir, diyar kir ku berê li çarşiyê 70-80 hoste hebûne û got: "Li cem her yekî 2-3 şagirt hebûn. Lê belê niha tenê 3-4 hoste mane. Ew jî amûrên ji bo xişrî çêdikin. Ji be rpiştî vê saetê nikarin karekî din bikin mecbûrî vî karî dikin." 
 
‘ÊDÎ EM Ê VÎ DEGÎ NEBIHÎSIN' 
 
Çalişir, anî ziman ku ji bo ev pîşe winda nebe kes destekê ande wan û got: "Min heta vî emrî ev ka rkir. Kesî guh neda pirsgirêkên me. Kesî destek neda me. Êdî hêviya me jî ji kesî tune ye. Çimkî pêşeroja vî pîşeyî tune ye. Berê ji deng kesî nikariû di vir re derbas bibe. Çend sal şûnde em ê vî dengî jî nebihîsin." 
 
Esnaf Mehmet Çîrkîn, bilêv kir ku ji 12 saliya xwe ve vî karî dike û got, berê ji vî akrî pir qezenc dikirin. Çîrkîn, bilêv kir ku êdî kes nayê li ber destê wan naxebite û got: "Ma tiştek ji min re namîne ku ez pereyan bidim şagirtan. Berê pere di rêza dudoyan de bû. A girîng hînbûna vî pîşeyî bû. Lê niha li Çarşiya Seferan em tenê sê hsote mane. Kes êdî qîmetê ande vê pîşeyê. Çima nadê? Çimkî em zêde tahbê dibînin lê em kêm qezenc dikin. Sirf ji bo wext derbas bibe vî karî dikim. Eger ji bo qezenckirinê vî karî bikim ez ê birçî bimînim. Niiha kes qîmetê nade vê sinhetê. Roja ku ev pîşe nemîne wê qîmeta wê bê zanîn, lê wê çaxê jî wê bi dernegî bikeve."