Sewalkar îsal kayê peyda nakin

img

ERZIROM – Ji ber her roj sotemenî tê zamkirin li Erziromê cotkar û sewalkar li ber îflasê ne. Ji ber zema zêdeş hin kes nikarin erdên xwe biajon û hin kes jî nikarin kayê ji sewalên xwe re bibînin. 

Bi kûrbûna qirîza aborî ya li welêt re hema bêje her roj mazot û benzîn tê zemkirin. Zemkirina sotemeniyê bandorek mezin li ser karê cotkarî û sewalkariyê dike. Li Erziromê cotkar bi buhakirina mazot û benzînê re nikarin êm ji sewalên xwe re bîbînin. Cotkarên Erziromê gotin ku tu serdemê wan ewqas tengasî ne kişandiye û ji ber zema sotemeniyê mirov nikarin çandina zeviyên xwe bikin û ji ber vê jî di peyda kirina kayê de tengasî dikişînin. 
 
Cotkarê bi navê Mehmet Aydemîr diyar kir ku her sala diçe buhayê kayê bêtir zêde dibe û got: “25 sal e karê sewalkariyê dikim. Lê di 2 salên dawî de sewalkarî xelas bû. Ka û êm biha ye û firotina sewalan jî erzan e. Çareseriya vê pirsgirêkê ne di îthalkirina goşt de ye. Heke dewlet çareseriyê dixwaze bîne bila ewil buhayê kayê kêm bike. Heta êm erzan nebe çareserî pêk nayê. Mirov neçar man ku îsal dev ji sewalkariyê berdin. Torbeyek êm bi 60 lîre ye. Tonek ka 850 lîre ye. Kesên sewalkariyê dikin dê çawa ji bin van mesrefan derbikevin?” 
 
'ÊDÎ NIKARIN ZEVIYÊN XWE BIAJON’ 
 
Aydemîr destnîşan kir ku mirovên karê sewalkariyê dikin hemûyan zerar kiriye û cotkarên çandiniyê kirin jî xêr û ber negirtin. Aydemîr got ku êdî mirov ji ber zem û buhabina her tiştî nikarin zeviyên xwe biajon
 
‘BUHAYÊ KAYÊ FIRIYAYE’ 
 
Abdurrahman Demîray ê ku ev 30 sal e karê sewalkariyê dike jî wiha got: “Min hemû temenê xwe da vî karî. Lê zerara di nav 2 salan de me kir tu demê me nekir. Êdî besîkirina sewalan pir zor e. Buhayê kayê 2 qat zêde bûye. Tona kayê me berê bi 400-500 lîreyî dikirî, lê niha tona kayê firiyaye 850-1000 lîreyî. Min traktor kirî lê lîtreya mazotê bûye 5 lîre. Di rewşek wiha de cotkar nikare kar bike.” 
 
'BUHABÛNA MAZOTÊ BUHAYÊ NEQLIYÊ JÎ ZÊDE DIBE’ 
 
Şivanê bi navê Naîf Ersoy jî anî ziman ku ew daxwaz dikin ku buhayê kayê kêm bibe û got: “Sedema buhabûna kayê ji ber zema mazotê ye. Ji ber vê yekê em nikarin erdên xwe cot bikin. Ji ber ka ji bajarên dûr tê pereyê neqliyê jî li ser me dibe du qatî. Êdî em nizanin dê ka em çi bikin.” 
 
MA / Mujdat Can