Meşa KESK’iyan a ji Mûglayê ber bi Enqereyê ve dest pê kir

img
 
MUGLA – Meşa KESK'ê ya ji 4 milan ber bi Enqereyê ve didome. Meşa KESK'ê ya Muglayê ku ji bo TÎS'a di navbera hikûmetê û sendîkayên cemaweriyê de di 1'ê Tebaxê de îmze bikin, dest pê kir.  
 
Endam û rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Cemaweriyê (KESK) bi boneya tev li hevdîtinên DÎS'ê yên di 1'ê Tebaxê de di navbera Hikûmet û Sendîkayên cemaweriyê de pêk bê bibin, ji 4 milan ve ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin. Rêveberên KESK'ê wê ji Wan, Edirne, Mugla û Artvinê bimeşin Enqereyê. Platforma Şaxan a KESK’ê ya Mûglayê dest bi meşê kirin. Meşa KESK'ê ya Muglayê bi daxuyaniyê start da. KESK'ê li Qada Mûglayê daxuyanî da. Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik û endamên MYK'ê tev li daxuyaniyê bûn. Endamên KESK'ê di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo karê bi ewle, pêşeroja bi ewle û jiyanek mirovane" vekirin. Li ser navê KESK'ê Hevserokê Giştî yê Mehmet Bozgeyik daxuyanî da. Bozgeyik, diyar kir ku wê peymana komî ya kedkaran a salên 2020-2021'am di 1'ê Tebaxê de îmze bikin û wiha got: "Çalakiyên li qadan hatine qedexekirin. Ji bo em dengê xwe bilind bikin em ji 4 milan ve dimeşin. Meşa me ya ji 4 milan wê 3 rojan berdewam bike. Em jiyanek mirovane, heqekî ku têr bike û karekî bi ewle dixwazin." Bozgeyik, anî ziman ku heta niha tu pirsgirêkên wan ên sereke nehatine çareserkirin û wiha got: "Li şûna bên çareserkirin di serdema OHAL'ê de qat bi qat zêde bûn. Bi deh hezaran kedkarên cemaweriyê ji kar hatin avêtin. Mafê parastina wan jî nehat dayîn. Em berî her tiştî dixwazin feraseta bazirganiyê bi dawî bibe. Em xizmeta ku aliyê mafê cemaweriyê û heq e dixwazin. "
 
Bozgeyîk, anî ziman ku ew jiyanek mirovane, heqekî ku têra jiyana mirovî bike, meaşekî debarê bike, dixwazin. Bozgeyîk, anî ziman ku we ji bo sala 2020'an mehane heqê herî kêm 3 hezar û 55 TL dixwazin. Bi giştî 4 hezar û 222 TL dixwazin û wiha got: "Em dixwazin heqê alîkariya hevjînê ji 295 TL derxin 478 TL. Dîsa ji bo alîkariya zarokan ji bo her zarokekî 500 TL bidin. Ji bo malbatên ku hevjinê wan kar nakin alîkariya zarokan bê kirin. 
Dîsa ji bo kedkarên cemaweriyê yên xaniyê wan tune 515 TL bidin wan. Li cihêkar ku xwarin nadin mehane 457 TL heqê xwarinê bidin. Dîsa ji bo hemû kedkarên cemaweriyê salê 2 hezar û TL alîkariya sotemeniyê bidin. 
Di sala 2021'an de jî li gorî enflasyona 2020'an û 3 puan heqê refaqê zêde bikin. Hemû pereyên didin li tewawîtbûnê bê zêdekirin. Qutkirinên mecbûrî yên BES'ê bên rakirin. 
Meaşê teqawîtan bê zêdekirin. Neheqiya EYT  bi dawî bibe. Ji bo jinên xebatkar xizmeta 20 salan û ji bo mêrên xebatkar xizmeta 25 salan bê diyarkirin û mafê teqawîtbûnê bidin wan. Ji bo teqawîtbûnê ji bo jinan temenê 50, ji bo mêran jî temenê 55 li ber çavan bê girtin. Ji bo zarokên 0-6 salî li hemû saziyên cemaweriyê kreşên bê pere bên vekirin." 
 
KESK'ê piştî daxuyanî dan ber bi Aydinê ve bi rê ketin.