Karkerên ji Şaredariya Alîaga hatin derxistin, xwestin vegerin ser karê xwe

img

ÎZMÎR - Karkerên ji Şaredariya Alîaga hatin derxistin, di roja 64’an de berxwedana xwe dewam kirin û xwestin vegerîn ser karê xwe. 

 
Karkerên ji Şaredariya Alîaga hatin derxistin, di roja 64’an de berxwedana xwe dewam kirin. Karkeran li ber şaredariyê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberên Şaxa Petrol-Îş a Alîaga û nûnerên cihê kar piştgirî dan karkeran. Doganşah Aydin li ser navê karkeran daxuyanî da û got: “Em bi awayekê bêhiqûqî û bêmaf ji kar hatin derxistin. Ji ber ku meaşê me nadin me, em bi zoriyên aboriyê re têdikoşin.”
 
Aydin, da zanîn ku wan kampanyayê îmzeyan bi rêve birin û wiha axivî: “Îmzeyên me kom kirin, me ji Serokê Şaredariyê Serkan Acar, saziyên pêwendîdar ên dewletê , partiyên siyasî û serokkomar re şandin. Bi salane em di şaredariyê dixebitin. Di şaredariyê de keda me heye. Em zêde tiştekê  naxwazin. Em tenê dixwazin paşve vegerîn ser karê xwe û hûn jî ji vê  webalê rizgar bibin.”