'Em ê daxwazên kedkarên tenduristiyê bibin maseya TÎS'ê'

img

ÊLIH - Hevserokê Şaxa SES'ê yê Êlihê Denîz Topkan diyar kir ku daxwazên kedkarên tenduristiyê dê bibin maseya TÎS'ê'

Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) ya Êlihê, têkildarî hevdîtinê Girêbesta Komkarî (TÎS) ku dê di meha tebaxê de dest pê bikin, li kargehan sindoqan bi cih kir û bi vê rêyê daxwazên kedkaran kom kir. Hevserokên Şaxa SES'ê ya Êlihê  Hamîne Îmret û Denîz Topkan bi gelek endamên sendîkayê re têkildarî daxwazên ku ji sindoqên di navbera 15'ê Gulanê û 25'ê Hezîranê de li kargehan bi cih kiribûn, berhev kirine daxuyanî dan çapameniyê. Hevserok Topkan diyar kir ku ji van sindoqan daxwazên nêzî 300 kedkarî berhev kirine û dê van daxwazan bibin hevdîtinên TÎS'ê û ji bo ku ev daxwaz bên dîtin dê têkoşÎn bidin.