Aborîzan Başer: Ji ber nebaweriya di siyasetê de derzên mezin li aboriyê ketin

img
ÎZMÎR - Aborîzan Erkîn Başer krîza aborî nirxand û got, ji ber nebaweriya di qada siyasetê de derzên mezin li aboriyê dikevin. 
 
Aborîzan û akademîsyen Erkîn Başer ku ji ber îmze danî bin danezana aştiyê ji Zanîngeha Dokûz Eylul a Îzmîrê hat îxrcakirin, krîza aborî nirxand.  Başer, bilêv kir ku li Tirkiyeyê ligel krîzeke mezin ji ber devulasyonê lîreyê tirk li ber dolar bêqîmet dibe û got: "Li welat krîzeke mezin heye. Tenê ne ji ber devulasyonê ye. Lê dowîz pir gîrîng in. Çimkî aboriya Tirkiyeyê pêgirtiyê derve, muhtacî îthalatê bû. Deynê derve pir zêde ye û mirov dikare behsa krîzeke mezin bike. Nexasim jî ev salek e krîzeke pir mezin heye. Piştî hilbijartina 31'ê Adarê bi awayekî zêde tê hîskirin. Lê belê kapîtalîzm ji salên 1980'yî ve bi krîzan re rû bi rû dimîne. Lê ev krîz yek ji wan krîzan e yan krîza rejîmekê ye. Yek; krîza sala 2008'an ku navenda wê Amerîka bû hîn jî didome û mirov dikare bêje ev krîzeke strukturelî ye û tesîr li welatên derdorê kiriye û nexasim îxracî welatê wek Tirkiyeyê hatiye kirin. Eger em behsa tesîrên derveyî bikin; polîtîkayên parastiniyî yên DYA'yê bi awayekî zêde zorê didin dewletên wekî Tirkiyeyê." 
 
Başer, got: "Di vê krîzê de faktorên wek Tirkiye ne welateke hilberîner e, pêgirtiyê derve ye û polîtîkayên neolîberal ku 40 sal in didomin pir girîng in. A dudoyan; Tirkiye ji sala 1946'an ve pêgirtiyê îthalê ye û îthalata wê ji îxracatê zêdetir e. Mecbûr e tim bi malên îthalkirî, malên sektora enerjiyê an jî malên sermayeyê bikire. Deynê me yê derve ji nêviyê dahata me ya netewî zêdetir e. Ji vî deynî ji çar paran parek jê yê dewletê, ji çar paran 3 jê ên sektora taybet in. A sisêyan jî liv û tevgera perê germegermî ye. Serokomar Erdogan tim behsa lobiya faîziyî dike. Yanî rêjeya faîzê zêde ye. Hema bêje kapîtala fînansî ya cîhanê li welatê me hespê xwe dibezîne. Em deyndar in, pêgirtiyê derve ne û ji bo liv û tevgerên germegermî guncan in. Ev her sê faktor pir girîng in. Ev yek hem li hemberî dowîzê em qels dike û hem jî demildest tesîrê li nav welat dike." 
 
‘NEBAWERÎBÛN' 
 
Başer, bal kişand ser sektora turîzm, înşeat û tenduristiyê jî û got: "Reforma di tenduristiyê de di heman demê de piyasebûyîna di tenduristiyê de bû. Em di vê reformê de tengijîn lê di heman demê de tenduristî veguherî aboriyeke cidî jî. Nexweşxaneyên taybet û sektora dermanan hemû tesîrê ji vê digirin. Yanî 16 sal in hikûmeteke peritiye li ser kar e. Ev rewş dibe sedema nebawerîbûn û bêîstikrariyê. Ji bo hilberînê pêdivî bi nêvengeke ewle heye. Niha îhtimala vê pir kêm e. Her wiha piştî tifaqa wî û cemaeta Gulenê xirab b», bêtir tengijî. Em behsa aboriyeke ku rojaneya meaşê kêmtirîn 68 lîre ye dikin. Lê koçberek bi 30 lîreyî razî ye. Ev derzeke meizn e. Her wiha polîtîkayên hikûmetê yên derve jî hene. Ne li gor siyaseteke aştiyê esas digire, siyaseteke pevçûnî esas tê girtin û ev bûye sedema nebawerîbûnê. Ev nexasim jî tesîr li sektora turîzm û înşeatê kir." 
 
 ‘BÊYÎ DEMOKRASIYÊ NEPÊKAN E' 
 
Başer, bal kişand ser pêwendiya di navbera demokrasî ûa boriyê de û got: "Demokrasî çi qasî bi cih bûbe, li wî welatî aboriyeke biîstikrar jî ew qas heye. Li welatekî bi tawîzdayîna ji demokrasiyê ne mimkun e pêşketin çêbibe. Li Tirkiyeyê hûn çi qasî ji demokrasiyê tawiz bidin rewş ew qasî xirabtir dibe."
 
MA/ Esra Solin Dal