Bi nanê sêlê debara xwe dikin

img

KONYA - Gulendem Sari û Fatma Sevîm ku di vê germahiya havînê de li ser sêlê nan çêdikin û pê debara xwe dikin, anîn ziman ku ji ber krîza aborî karê wan jî ne wek berê ye. 

 
Li Cîhanbeyliya Konyayê yek ji nanê zêde tê xwarin jî nanê sêlê ye. Gulendem Sari (60) û Fatma Sevîm (55) ku di vê germa havînê de nanê sêlê çêdikin, bi qarton û êzingên cinarên xwe sêla xw egerm dikin û nan çêdikin. 
 
Fatma Sevîm ku heta 3 sal berê jî li dikaneke nanê sêlê dixebitî, diyar kir ku niha dikana wê heye. Sevîm, anî ziman ku her çi qas zehmet be jî ji karê xwe hez dike. Sevîm, diyar kir ku tevî 3 jinan ew ji bo şêniyên Cîhanbeyliyê nanê sêlê çêdikin. Sevîm, anî ziman ku tevî nanê sêlê rişte û kiloran jî çêdikin û got: "Hem em li vira difiroşin hem jî em didin dikanên derdora xwe." 
 
Sevîm, bal kişand ser zor ûz ehmetiyên kar û krîza aborî û got: "Rewşa kar jî pir nebaş e. Rojê 10-20 pakêt diçe ya naçe. Di paêktekê de 8 nan hene. Em saloqat dixebitin." 
 
Gulendam Sari jî anî ziman ku 18 sal in ew vî karî dike. Sari, bilêv kir ku temenê wê 60 sal in û di vê germahiyê de çêkirina nan zor û zehmet e. Sari, got: "Li malê em 6 kes in. Zarok naxwînin û ji ber kar tune ye betal in. Ez dixebitim ûd ebara malê dikim. Rojê 11 saetan dixebitim. Ji ber krîza aborî li vê dikana biçûk dixebitim." Sari, anî ziman ku ji ber krîza aborî kar jî bi dest kesî nakeve û got: "Ji sibehê heta êvarî li ber vê germê qirika min ziwa dibe, lê ji be rnaxwazim destê xwe li ber hinan vekim dixebitim."