Karkerên çandiniyê: Yewmiya didin me tê rê nake

img

EDENE - Karkerên çandiniyê yên li Çûkûrova dibin kelegermê de dixebitin, diyar kirin ku yewmiya didin wan têra wan neke. 

Karkerên çandiyê yên demsalî yên di zivîstanê de dibin baran, serma û dinava heriyê de û havînê jî dinava kelegerêmê de ji serê sibê heya êvarî dixetibin, neçar dimînin ku muçeyek kêm bixetin û derbara xwe bikin. Yek ji cihên herî zêde karkerên demsalî tên lê dixebitin, Çûkûrovaye. 
 
Karkerên ku di kelegermê de li zeviyên zebeş, gundor, gariz, pembû, firînge, îsot û hwd. dixebitin qala zor û zehmetiyên dijin kirin. 
 
‘YEWMIYA ME TÊ RA ME NAKE’ 
 
Karkerê çandiniyê Ramazan Balûr, diyar kir ku bi zarokên xwe re ji serê sibê heya şevê di zeviyan de dixebitin û wiha axivî: “Em neçarin ku di germa zê de bixebitin. Ji bo ku em hînik bibin em tim avê vedixwin. Di berbanga sibê de, radibin û tên kar. Li gel vê jî em dibin şert û mercên bi xerab û bê ewlekarî de dixebitin. Roja me di zeviyan de derbas dibe. Germa zêde mirovan perîşan dike. Rojê dest heqê me 70 TL ne. 7.5 TL vê jê çawîş ji xwe re digire. Yewmiya didin me tê rê nake. Serê sibê heya şevê em dixebitin, lê em nikarin tûpekê jî bikirin. Ji ber aboriya kem, ez neçar mam ku zarokên xwe ji dibistanê bigirim. Zarokên min ên derve de dixwendin niha bi  min re dixebitin. Hin caran jî em mûçeyên me nadin me. Ger çotkar zirar bibîne, em jî nikarin perê xwe bigirin.” 
 
BI BAVÊ XWE RE DI ZEVIYÊ DE DIXEBITE’ 
 
Keça Remezan Balûr Semra Balûr jî, ev du salin li zeviyan dixebite û xwendekara liseye. Balûr, anî ziman ku bi bavê xwe re di şertên zor de dixebite û wiha got: “Ji ber tavê me melhem li rûyê xwe didin, kom didin serê xwe û rûyê xwe bi destmalan girê diddin. Karê zeviyan pir zore. Pir germe û çawiş jî zextê li me dikin. Ji serê sibê heya danê êvarî em bi mûçeyek pir kêm dixebitin ji neçarî.”
 
Çawîş Velat  Şenateş jî, diyar kir ku rojane yewmiya karkeran 62,5 TL ye û ligel ku ÎŞKÛR’ê yewmiye kiriye 90 TL jî, dîsan 70 TL tê dayîn. 
 
MA/Hamdullah Kesen