Hêviya ku ji cejnê dikirin nedîtin

img
AMED – Esnafên Amedê di cejnê de jî hêviya ku dikirin nedîtin û bal kişandin ser krîza aborî. Esnafan got tenê qelebalix heye û gel nikare tiştekî bikire. 
 
Krîza aborî li Tirkiyeyê her roja ku diçe xwe tesîra xwe dide nîşandan. Esnafên Amedê beriya Cejna Ramazanê hêviya ku li bendê bûn nedîtin. Esnafan da zanîn ku ev cejn li gorî cejnên bihûrî gellek sekinî derbas bûye û hêza welatiyan nemaye ku dikaribin tiştekî bikirin. 
 
‘LI ŞÛNA 5 KÎLOYAN, KÎLOYEK DIKIRIN’ 
 
Hatîp Torebe (45) yê li Deriyê Çiyê loqim û şekirê cejnê difiroşe li dijî krîza aborî gazindeyên xwe kir û wiha got: “Welatiyek berê 5 kîlo şekir dikirî, niha kîloyek an jî kîloyek û nîv dikire. Kîloya şekiran ji 7 lîreyan dest pê dike û heta 20 lîreyan derketiye. Mirov tenê şekirên erzan dikirin. Firotina îsal bi qasî me hêvî dikir derneket. Kî çi dibêje bila bêje aboriya Tirkiyeyê niha têk diçe.” 
 
‘DI NAVA GEL DE ARAMÎ Û HEZKIRIN NEMAYE’ 
 
Torebe anî ziman ku bihayê loqim jî biha bûye û kes nikare loqim jî bikire. Torebe diyar kir ku îsal kelecana cejnê nîne û got: “Di nava xelkê de hezkirin, bextewarî û aramî nemaye. Li cihek ku ev tişt tunebin dê cejn çawa bibe?” 
 
‘PERE DI NAVA ÎNSANAN DE NEMAYE’
 
Huseyîn Çakir (75) ê li Deriyê Çiyê yên hilberînên bêhna xweş difiroşe jî destnîşan kir ku ew 35 sal in li Amedê dijî û wiha axivî: “Beriya niha min cejnek wiha bêdeng nedîtiye. Ji ber ku pereyê xelkê nîne kes nikare tiştek bikire. Hatina cejnê di karê esnafan de tu tevgeriyek çênekir. Mirov êdî dikarin tenê zikê xwe têr bikin. Din ava gel de qet pere nemaye.” 
 
‘QELEBALIXEK XIRÛXALÎ HEYE’ 
 
Tuncay Bîlek ê cilan difiroşe jî wiha got: “Cejn hat lê ji qelebalixek xirûxalî pêvetir tiştek tune ye. Qeweta gel nemaye ku ne ji ser tableyan û ne jî ji magazayan cilan bikirin.”