KESK: KHK dê biçin em ê bimînin

img
ENQERE - Kedkar ligel astengiyên polîsan jî, li Enqerê kom bûn û Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, bang li hikûmete kir û got: “Emê paşve vegerîn ser karê xwe. KHK dê biçin, emê bi mînin.” 
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK), ji bo kedkarên çemawerî vegerin ser karên xwe û li dijî bê ewlekariyê, bi dirûşmeya “Êdî bese bêtemînatiyê re, Ewlekariya Kar û Pêşerojek bi Ewle Mafe" li ber Wezareta Xizmetên Xebat û Civakî kom bû û xwest daxuyanî bide çapemeniyê. Lê daxuyanî ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Komekê di nav de Hevserokê Giştî yê KESK’ê jî heyî, hevdîtinek bi Alîkarê Wezareta Edaletê re kirin û daxwazên xwe ragihandin. Bi sedan sendîkayî ligel hemû astengiyên polîsan jî, li ber Pirtûkxaneya Mîllî kom bûn û destûr nehat dayîn ku wesayîtên ji Amed û Wanê hatin bikevin Enqerê.
 
‘EMÊ KARÊ XWE PAŞVE BISTÎNIN’
 
Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, diyar kir ku di 3 salên OHAL dewam dike de, bi awayekê bêhiqûq hevalên wan ji kar hatin avêtin û xwest hevalên wan vegerin ser karên xwe. Bozgeyîk, anî ziman ku ewê karê xwe paşve bistînin û wiha axivî: “KHK dê biçin û emê jî vegerin ser karê xwe. Ji bo ku em daxwazên xwe ji Wezareta Dadê re ragihînin, me hewl da em kom bibin. Lê destûr nehat dayîn. em kom bûn. Em carek din dibêjin em bêhiqûqiyê qebûl nakin. Emê derbarê vê de pêvajoya hiqûqî bidin dest pêkirin.”
 
‘LI SER EWLEKARIYA ME ÊRÎŞ HENE’ 
 
Dûre Hevseroka KESK’ê Aysûn Gezen jî axivî û wiha got: “Em ji bo mafê xebatê kom bûne û em dixwazin daxwazên xwe bînin ziman. Em baş dizanin ku çawan mafê me yê xebatê ji destên me girtin. Em bang dikin ku KHK bên betalkirin û bi hezaran karker vegerin ser karên xwe.”
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryarkî jî, diyar kir ku KHK di dîroka komarê de, yek ji bêmafiyên mezine.
 
PIŞTÎ DAXUYANIYÊ MEŞIYAN
 
Karkeran di meşê de, dirûşmeyên “Bijî Berxwedana zindanan”, “Bila tecrît rabe, mirin bi dawî bibe” û “Emê nebin koleyên sermayeya AKP’ê” berz kirin û li ser vê yekê polîsan mudaxileyî girseyê kirin. Sendîkayî, dûre heya Navenda Giştî ya SES’ê mejiyan û çalakiya xwe bi dawî kirin.